YPS: 32 çeteyên Qesrê hatin kuştin

Di çalakiyên şervanên YPS/YPS Jinê de 32 çeteyên Qesrê hatin kuştin. Derb li gelek maşînên zirxî hatin xistin û hatin rûxandin. Di şer de 2 şervanan jiyana xwe ji dest dan.

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakî û şerê li Şirnex û Nisêbînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

NISÊBÎN

Roja 7'ê Gulanê li taxa Şehîd Gelhat, balafireke keşfê ya bi tîpa Drone ji aliyê yekîneyên me ve hat xistin. 8'ê Gulanê li heman taxê dîsa balafireke keşfê ya Drone hat xistin. Heman rojê, li hemberî maşînên zirxî yên xwestin bikevin nava taxa Yenîşehîrê yekîneyên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derb li kepçeyekê hat xistin û çete neçar man xwe vekişînin. Saet di 14:00 de jî kepçeyeke hewl dida malan xera bike, bû hedefa yekîneyên me û di encamê de derb li kepçeyê hat xistin, ajokarê wê jî hat kuştin. Li heman cihî yekîneyên me yên YPS/YPS Jinê 3 sekvanên dijmin kuştin. Sekvanekî li malekê bi cih bû ji aliyê yekîneyên me ve hat kuştin. Piştre çeteyên xwestin cenaze rakin bûn hedefa bombeyên destan ên yekîneyên me. Li vir jî çeteyekî Qesrê hat kuştin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin ên li vir zêdetir in. 

Roja 8'ê Gulanê kepeyek xwest bikeve nava taxa Dîcleyê bû hedefa yekîneyên me û hat îmhakirin. Her wiha derb li kepçeyeke din a dixwest malan xera bike hat xistin û ev kepçe ji neçarî vekişiya. Roja 9'ê Gulanê kepçeyekê xwest bikeve taxa Yenîşehîrê û derb lê hat xistin. Li heman cihî li hemberî panzerek doçkaya 23.5 li ser hebû, yekîneyên me çalakiyek pêk anîn û panzer îmha kirin. Heman rojê li heman taxê çeteyek hat kuştin. Di heman saetan de çeteyên xwestin bikevin nava xaniyekî, bûn hedefa çalakiya yekîneyên me. Li vê derê kuştî û birîndarên dijmin çêbûn, lê hejmara wan nehat zelalkirin. Li heman cihî derb li maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra hat xistin. Heman rojê saet di 08:00 de yekîneyên me maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder îmha kirin. Li heman taxê derb li kepçeyekê hat xistin.

Li derdora taxa Şehîd Gelhat saet di 12:00 de, tankek li ser rêya Çaxçaxê ji aliyê yekîneyên me yên YPS Jinê ve hat îmhakirin. Li taxa Şehîd Gelhat, çeteyekî Qesrê hat kuştin. Saet di 02:00 de derb li maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder hat xistin û ajokarê wê hat kuştin. Saet di 03:30 de derb li maşîneke zirxî ya dixwest bikeve taxa Dîcleyê hat xistin û ajokarê wê hat kuştin.

ŞIRNEX

Li taxa Yenî, di encama çalakiyên 2 rojên dawî de 5 çeteyên Qesrê ji aliyê yekîneyên me ve hatin kuştin. Her wiha li derdora mala polîsan, kepçeyek hewl dida rê veke, ji yekîneyên me derb xwar. Li herêma navbera taxên Bahçelîevler û Yenîmahaleyê, maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hat îmahkirin. Li vir 3 çete hatin kuştin.

Roja 6'ê Gulanê tankek li derdora Çakirsû bi cih bû, ji vê derê bombe li taxê barand. Yekîneyên me bi çekên giran li vê tankê dan û derb lê xistin. Roja 7'ê Gulanê li aliyê emniyeta berê, maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra dema dixwest bikeve nava taxê, bû hedefa yekîneyên me û di encama derbên lê hatin xistin de ajokarê wê hat kuştin. Roja 8'ê Gulanê li hemberî komeke çete ya li maleke li taxa Bahçelîevlerê bi cih bû, yekîneyên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama teqînê de 6 çete hatin kuştin. Li heman cihî, çeteyên xwestin mudaxle bikin bûn hedefa yekîneyên me. Di encama lêdana bi çekên giran û ferdî de herî kêm 3 çete hatin kuştin.

Roja 9'ê Gulanê piştî nîvro li hemberî çeteyên xwestin bikevin nava taxa Bahçelîevlerê, yekîneyên me bi çekên giran û ferdî çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin. Çeteyên li vir neçar man xwe vekişînin. Saet di 15:00 de jî di encama derbên yekîneyên me de çeteyekî Qesrê hat kuştin.

Nasnameyên 2 endamên me yên YPS'ê yên şehîd ketin bi vî rengî ne:

Dilhat / Îsa Yilmaz / Di 8'ê Gulanê de li taxa Bahçelîevlerê şehîd ket.

Mûrat / Behlul Gungen / Di 9'ê Gulanê de şehîd ket."