Çeteyên êrîşî Şêx Meqsûdê kirin hatin şikandin

YPG’ê diyar kir ku çeteyên êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirine hatine şikandin, destnîşan kir ku 4 çete jî hatine kuştin.

YPG Basın Merkezi, Suriye Ulusal Konseyi bünyesinde faaliyet yürüten Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye ve Tabûrên Nûreddîn Zenkî çetelerinin Halep'in Şêx Meqsud Mahallesi’ne yönelik düzenlediği ortak saldırıların devam ettiğini belirtti.

Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku êrîşên hevbeş ên komên çete yên di bin banê Koalîsyona Suriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El-Fatih, Ceyş El-Mucahidîn, Siwar El-Şam, Ehrar Sûriya, El-Cebha El-Şamiye, Siqûr El-Cebel, Furqeya 101’an, Focê Alewal, Cebhet El-Turkmen, Tabûrên Ebû Emera, Ceyş El-Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwayê 13’emîn, El-Furqeya El-Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev hatin gotin: “Komên çeteyan dîsa guh nedan agirbesta li herêmê hatiye ragihandin û şeva 9’ê Gulanê ji Taxa Eşrefiyê li dijî Taxa Şêx Meqsûd êrîşek nû li dar xistin. Li qadê di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerên dijwar qewimîn. Di van şeran de bi qasî hat zelalkirin 4 çete hatin kuştin û hejmarek çeteyan jî birîndar bûn. Piştî şerên hatin jiyîn komên çete neçar man ji qadê birevin.

Hevalekî me ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan de bi fedayetî şer dikir gihişt şehadetê.”

YPG’ê di dewama daxuyaniyê de ev gotin:

“Di 9’ê Gulanê saet 08.00- 21.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser gund û pira Qereqozaqê a giredayî Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê heman rojê saet 19.00- 20.00’an ji heman herêmê bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê.

Di heman rojê  saet 09.00’an de û saet 11.00-12.00’an, çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser rojhilat û başûr-rojavayê Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.”