KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Edîtorê Weşanxaneya Aramê hate girtin
Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ferzende Taşan ê li Stenbolê hate binçavkirin, hate girtin. -
Ji gerîlayên YJA-Starê li Şirnexê çalakî: 4 leşker hatin kuştin
Gerîlayên YJA-Starê li hember artêşa Tirk a li girê Şerefiye ya girêdayî Şirnexê çalakî li dar xistin, 4 leşker kuştin. -
Nûçegihanê DÎHA'yê Nedîm Turfent hat girtin
Nûçegihanê DÎHA'yê Nedîm Turfent bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin. -
HPG: Helîkopter ji aliyê hêzên me ve hat xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, helîkoptera îro danê sibehê li qada Aşûtê ya Çelê hat xistin, ji aliyê hêzên wan ve hatiye xistin. -
DBP'ê bang li raya giştî kir: Ji nedîtî ve neyên!
DBP'ê nerazîbûneke tund nîşanî girtina hevserokê xwe Yuksek da û bang li raya giştî kir, ku van pêkanînên AKP/Qesrê ji nedîtî ve neyê. DBP'ê diyar kir, wê bersiv ji operasyonên qirkirina siyasî re bê dayîn. -
Barzanî zexta 'Li dijî PKK'ê şer bikin' li Êzidiyan dike
Mesût Barzanî ji Êzidiyan xwest li dijî PKK'ê şer bikin. Pêşmerge û keyayên Êzidî jî nerazîbûn nîşanî vê daxwazê dan û destnîşan kirin, ku ew ê li hemberî hêzeke ew ji komkujiyê rizgar kirine şer nekin. -
Li Qilabanê bi ser malan de girtin
Li Bajarokê Sêgirkê yê Qilabanê, hêzên dewleta Tirk bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Gurgun Oran û Mecît Keskîn hatin binçavkirin. -
Bayik: Divê rastiya civakeke şervan bê afirandin
Bayik bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û got, "Li hemberî êrîşên bi balafir, tank û topan sîstema xwe ya binê erdê ava bike. Girîng e rastiyeke civakê ya dikare di nava her şert û mercî de şer bike, were afirandin. -
Keyayê hat îşkencekirin xwîn herikî ser mêjiyê wî
Keyayê taxa Cumhuriyetê Nezîr Atîlla yê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat binçavkirin, di binê çavan de îşkence lê hat kirin. Li gorî agahiyan, ji ber îşkenceyê xwîn rijiya ye ser mejiyê wî. -
Zozanên Şenoba yên hatine qedexekirin, tên bombekirin
Li bajarokê Şenoba yê Qilabanê, tevî zozanên Sirige û Bremi, herêmên Xarge, Mehrima û Kêlg piştî li sivîlan hatin qedexekirin, hatin bombekirin. -
Li Şirnexê şer û bombebaran
Li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê berxwedanê xwerêvebirinê 2 meh li pey xwe hişt. Li bajêr şerekî dijwar diqewime û bombebaran didome. -
KCK: Em ê faşîzma AKP'ê li her derê têk bibin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe ve li her cihî faşîzma AKP'ê têk bibe. Di daxuyaniyê de banga berxwedanê li gelê Kurd hat kirin. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Zapê dibarînin
Balafirên artêşa Tirk derdora gundê Sergeleyê yê Zapê bombe dikin. -
AKP/Qesr çiqasî têk diçe, ewqasî êrîş dike: 14 girtin, 1 binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Bedlîs û Şirnexê de 14 kes hatin girtin, kesek jî hat binçavkirin. -
'Rêber Apo, sedema me ya şer û aştiyê ye'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di nivîsa xwe ya Rojnameya Rojev Mexmûrê de têkîldarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. -
Li Hezexê qiyameta binçavkirin û girtinê
Piştî “qedexeya derketina derve” ya 44 rojan, di operasyonên qirkirinê yên li Hezexê de 35 kes hatin girtin. -
Li Nisêbînê şerên dijwar
Li Nisêbînê ku berxwedan di roja 61’emîn de didome, şerên di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS-JIN’ê heta danê sibehê dewam kir. -
Li Kelarê, girtina deriyê Sêmalka hate protestokirin
Ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê girtina deriyê sînor ê Sêmalka, di pêşengiya Tevgera Azadî de li navçeya Kelar a Germiyanê bi meşekê hat protestokirin. -
‘Girtina Sêmalka, zerarê dide yekîtiya Kurdan’
Kurdistaniyên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi girtina deriyê sînor ê Sêmalka ku bi hevkariya dewleta Tirk dike, zerarê dide yekîtiya Kurdan, xwestin demildest derî bê vekirin. -
Qetlîamên dewleta Tirk û bêdengiya medyaya Swêdê hat protestokirin
Li bajarê Gavle yê Swêdê, qetlîam û operasyonên qirkirina siyasî ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê pêk tîne û her wiha li hember vê rewşê jî bêdengbûna Televîzyona Dewletê ya Swêdê bi pêşendanekê ve hate protestokirin. -
Li Çelê herî kêm 8 leşker hatin kuştin, helîkopterek hate xistin
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê dema operasyona leşkerên Tirk de teqîn pêk hat. Herî kêm 6 leşker hatin kuştin. Her wiha helîkopterek hat xistin, 2 pîlot hatin kuştin. -
Rêxistina Efûyê: Li Şêx Meqsûdê sûcê şer pêk tê
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin ku komên êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin, sûcên şer pêk tînin. -
KNK'ê ji bo rakirina sînoran bang li Kurdan kir: Li Sêmalka li hev bicivin
KNK'ê bang li gel û partiyên siyasî yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir, ku di salvegera peymana Sykes Pîcot de beşdarî çalakiya protestoyî ya li ber deriyê sînor ê Sêmalka bibin. -
Dayikên Teroyan: Em ê bê westan li ber xwe bidin
Dayikên Teroyan ên 50 roj in bê navbera li ber xwe didin, dan xuyakirin ku ew ê li dijî vê plana qirkirinê bê westan li ber xwe bidin. -
Yuksek hat girtin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ê pêr li Amedê hat binçavkirin, ji aliyê dadgeha nobedar ev hat girtin.