Keyayê hat îşkencekirin xwîn herikî ser mêjiyê wî
Keyayê taxa Cumhuriyetê Nezîr Atîlla yê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat binçavkirin, di binê çavan de îşkence lê hat kirin. Li gorî agahiyan, ji ber îşkenceyê xwîn rijiya ye ser mejiyê wî.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, di serdagirtina malan de keyayê taxa Cumhuryetê Nezîr Atîlla hatibû binçavkirin. Atîlla piştî ji Midûryeta Polîsan a Rihayê bi Faîk Okten re serbest hat berdan, hat îdiakirin ku Atîlla xwîn herikiye ser mêjiyê wî. Atîlla rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înal.
Hevserokê DBP'a Rihayê Hîdayet Enmek diyar kir ku Atîlla di bin çavan de ji ber îşkenceya ku dîtiye, xwîn herikiye ser mêjiyê wî û ev tişt got: "Atîlla li qereqolê ji ber pêkanînên wekî "rabe, rûnê" û îşkenceyên cuda xwîn herîkiye ser mêjiyê wî û ew li nexweşxaneyê di beşa lezgîn de tê dermankirin." Enmek da zanîn ku welatiyên li Serêkaniyê hatine binçavkirin, bi îşkenceyeke dijwar re rû bi rû mane û got ku welatiyê bi navê Nahsan Dagtekîn ji ber îşkenceya ku dîtiye, ew rakirine nexweşxaneyê.
Li navçeya Serêkaniyê rojek berê polîsê bi navê Kemal Çokguler bi çekê hatibû birîndar kirin, li ser vê êrîşê keyayê taxa Cumhuriyetê Nezîr Atîlla, rêveberê DBP'ê Cafer Guven û welatiyên bi navê Sabrî Işik, Nahsan Dagtekîn, Mazlum Dagtekîn, Ferît Demîrtaş, Faîk Okten, Orhan Yilmaz, Îbrahîm Halîl Yildirim, Ceylan Koker, Halîl Abak, Hîkmet Çagir, Mehmet Nur Dagtekîn, Abdullah Dagtekîn û Halîl Bozan hatibûn binçavkirin.
Her wiha li navçeya Sîweregê ya Rihayê jî operasyon pêk hatin, di operasyonê de Hevserokê DBP'a navçeyê Garîp Yeşîl, xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Emîn Aluç, perwerdevanên bi navê Belgîn Gulben û Ferdî Yaşar, rêveberê HDP'a navçeyê Mustafa Geyîk, Bayram Aksut, Necla Al, Eyyup Yildiz, Mehmet Surucu û Mehmet Utku Arselîm hatin binçavkirin. 10 kesên li Sîweregê dihatin girtin, hat gotin ku wê îro wan bibin Rihayê.