BI DÎMEN

‘Girtina Sêmalka, zerarê dide yekîtiya Kurdan’

Kurdistaniyên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi girtina deriyê sînor ê Sêmalka ku bi hevkariya dewleta Tirk dike, zerarê dide yekîtiya Kurdan, xwestin demildest derî bê vekirin.

Kurdistaniyên Başûrî bal kişandin ku gelê Kurd ji merheleyeke têkoşîna ya giran re derbas dibin, destnîşna kirin ku ji Rojava re girtina sînor tenê li gor berjewendiyên mêtingeran e, got pêwîst e hikûmeta Başûrê Kurdistanê demildest dest ji van helwestên cihêker berde.

‘GIRTINA SÊMALKA XIZMETÊ JI DEWLETA TIRK RE DIKE’

Ji rewşenbîran û her wiha dayika peşmerge Aras ê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê şehîd ket Îhlas Mûhammed ji bo alîkariyên pêwîst bigihêjin Rojava, çûyin û hatin bi hêsanî bên kirin banga vekirina deriyê sînor ê Sêmalka li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin, got girtina derî wê zerarê bide têkoşîna azadiya Kurdan a li Rojava.

Îhlas Mûhammed banga li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku di nav parçeyên Kurdistanê de deriyan çênekin, wiha axivî: “Divê têkîliyên Kurdan hebin. Divê mirov bipirsa bê ka girtina vî deriyê xizmeta kê dike. Eger hûn deriyê bi Rojava re bigirin wê çawa Kurd li hev xwedî derkevin.? Wê çawa alîkariyê bidin hev? Di şerekî wisa de wê pêwîstî bi çek, cebilxane û piştgiriyê hebe. Ka wê ev destek ji kê were? Gelê Başûrê Kurdistanê wê çawa bi Rojava re piştevaniya nîşan bide? Çawa alîkariyê bike?”

Îhlas Mûhammed got wek dayikek şehîdan ji hikûmetê demildest vekirina deriya Sêmalka dike, wiha axivî: “Gelê Rojava, zarok, jin pêwîstî bi alîkariyê dibînin. Pêwîstî bi xwarinê heye, bi derman, bi dermankirinê heye, divê bên û biçin. Girtina vê deriyî teqez ne rewa ye. Ma yekî ji derve nayê û vî deriyî venake, ew ê bi xwe vekin.

‘DIVÊ HIKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ SÊMALKA VEKE’

Ednan Hadî jî bal kişand ku girtina deriyê  sînor ê Sêmalka bi sipartina dewleta Tirk pêk hatiye, ji ber hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev ferzkirin pejirandiye nerazîbûn nîşan da û daxwaza vekirina derî kir.

Hadî wiha axivî: “Ez federasyona li Rojava hatî îlankirin li Kurdan pîroz dikim. Bawer im ku wê fêdeyek mezin ji tevahî Kurdan re bîne. Lê, li beranberî vê rewşê, girtina deriyê sînor ê Sêmalka jî bi temamî biryarek siyasî ye.  Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê demildest dest ji vê kiryarê berde. Qasî ku şaşitiyek e, ji bo demê pêş jî wê karibe bi awayekî neyênî têkîliyên Kurdan bandor bike. Divê hêzên navneteweyî li hember kiryarên hem Tirkiye hem jî Başûrê Kurdistanê nerazîbûnan nîşan bide. Pêwîst e pêdiviyên gelê Rojava yên xwarin û dermanan bê bicihanîn.

Divê hêzên navneteweyî jî di vê mijarê de hişyar bin, alîkariyên pêwîst bidin.”

 ‘DIVÊ HER KES ALÎKARIYÊ BIDE ROJAVA’

Aras Rifat Sabir jî bi bîr xist ku li eniyên herî pêş ên li Rojava şer li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate meşandin, bang li tevahî Kurdan kir ku hem madî hem jî manewî pişgiriyê bidin vê têkoşînê, got: “Divê demildest deriyê sînor bê vekirin.”

Hadî ragihandin ku li şûna hikûmeta Başûrê Kurdistanê alîkariyê bi Rojava re bike, deriyê sînor digire, diyar kir ku kiryarên wisa yên dijminên Kurdan e.

Hadî wiha axivî: “Rê li Kurdan girtin, ne rewşeke nû ye. Di dîrokê de Tirk, Ereb, Farisan her tim ev kirine. Dijminên herî mezin ên Kurdan ev dewlet in. Lê, îro şert guherîn, destkeftiyên Kurdan çêbûn. Divê êdî Kurd ji bo xwe hin tiştan bikin. Girtina van deriyan tenê zerarê dide gelê me yê Kurd. Fêdeyekê jî nade. Girtina deriyan, girtina rêyan diminantiya bi Kurdan e. Divê dema pêwîstî çêbû em alîkariyê bidin Rojava, Rojhilat, Bakur. Ev mijarek pir girîng e û divê berpirs jî li gor vê tevbigerin. Lewre jî divê derî demildest bê vekirin.”

...