Barzanî zexta 'Li dijî PKK'ê şer bikin' li Êzidiyan dike

Mesût Barzanî ji Êzidiyan xwest li dijî PKK'ê şer bikin. Pêşmerge û keyayên Êzidî jî nerazîbûn nîşanî vê daxwazê dan û destnîşan kirin, ku ew ê li hemberî hêzeke ew ji komkujiyê rizgar kirine şer nekin.

Mesût Barzanî duh li qada leşkerî ya Sihêle ya Duhokê, bi qasî 300 pêşmerge û keyayên Êzidî li hev civand û derket holê ku zexta "Li dijî PKK'ê şer bikin" li wan kiriye.

Der barê civînê de pêşmergeyekî ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, ji ANF'ê re axivî. Vî pêşmergeyî diyar kir, ku ew bi xwe jî tevlî civînê bûye.

Navborî diyar kir, Mesûd Barzanî duh li qada leşkerî ya Sihêle ya Duhokê, bi beşdariya pêşmerge û keyayên Êzidî civînek pêk aniye û zexta "Li dijî PKK'ê şer bikin" li wan kiriye. Pêşmergeyê Êzidî daxuyakirin, ku beşdarên civînê nerazîbûneke tund nîşanî vê daxwaza Barzanî dane.

'EGER PÊWÎSTÎ PÊ HEBE, LI DIJÎ PKK'Ê ŞER BIKIN'

Hat ragihandin, Mesût Barzanî di civînê de îdîa kiriye ku divê hebûna PKK'ê ya li Şengalê bi dawî bibe û ji bo vê jî ji pêşmergeyên Êzidî û gel xwestiye, bi rengekî vekirî li hemberî PKK'ê helwestê nîşan bidin.

Barzanî di civînê de wiha axivî: "Em êdî li Şengalê rewşa du-serî naxwazin. Divê ev rewş bê qedandin. Ji ber vê yekê em ji we pêşmergeyan û gel dixwazin, li hemberî PKK'ê bi awayekî vekirî helwestê nîşan bidin û jê bixwazin ku ji Şengalê derkevin. Eger PKK dernekeve, pêwîstî pê hebe em ê tevî we li dijî PKK'ê şer bidin destpêkirin."

'EM Ê LI HEMBERÎ PKK'Ê YA EM LI DIJÎ DAIŞ'Ê PARAST, ŞER NEKIN'

Pêşmergeyê agahî da ANF'ê got, "Di civînê de me nerazîbûn nîşanî Barzanî da ku dixwaze me li hemberî gerîlayên PKK'ê bide şerkirin. Me got; PKK pêşî li qetilkirina Êzidiyan girt. Ji ber vê eykê Êzidî gelekî hez ji PKK'ê dikin û pê ve girêdayî nne. Lewma em ê li hemberî hêzeke em ji komkujiyê rizgar kirin, şer nekin."

Li gorî agahiyan, Barzanî kir nekir nikarî Êzidiyan qanih bike. Beşdarên civînê dan xuaykirin, ku şerekî li hemberî PKK'ê wê zerarê bide yekîtiya neteweyî ya Kurdan, lewma ew ê tevlî şerekî bi vî rengî nebin.

'WÊ ZERAR LI YEKÎTIYA NETEWEYÎ BÊ KIRIN'

Pêşmergeyê tevlî civînê bû herî dawî got, "Têkoşîna PKK'ê ya ji b parastina gelê me û berdêlê di vê oxirê de daye, ji aliyê yekîtiya neteweyî ya Kurdan ve rê li ber pêşketinên mezin vekir. Eger şerekî bi vî rengî li hemberî PKK'ê bê destpêkirin, ev yek wê zerarek mezin bide yekîtiya neteweyî. Ji ber vê yekê em ê bi ti awayî di vî şerî de cih negirin."