Li Şirnexê şer û bombebaran

Li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê berxwedanê xwerêvebirinê 2 meh li pey xwe hişt. Li bajêr şerekî dijwar diqewime û bombebaran didome.

Li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê berxwedana xwerêveberiyê 60 roj li pey xwe hişt. Şerê ku duh bi şev dest pê kir heta serê sibehê berdewam kir. Li asîmanên bajar bi guleyên ronîkirinê re balafirên şer firiyan. Balafir piştre ber bi çiyayên Besta û Gabarê ve çûn. 

Di saetên ku şer dijwar bû de dibistana şevînî ya ku tîmên taybet lê bi cih bûn a li ser riya Sêrtê û Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê bi saaten ceryan nehatin vekirin, sedema vê yekê nehat hînbûn.

Bi şev li Taxên Bahçelîevler, Yenîmahalle, Îsmetpaşa û Cumhuriyetê şerên dijwar qewimîn, serê sibehê jî li dijî taxan bi tank û obusan ve bombebaran hate kirin. Bi bombebaranê ve li Taxa Bahçelîevlerê şerên ku zêde  bûye li hemû bajar berdewam dike. 

Li navenda bajêr û herêma bejahî jî helîkpter û balafirên bêmirov bênavber digerin.