Li Kelarê, girtina deriyê Sêmalka hate protestokirin

Ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê girtina deriyê sînor ê Sêmalka, di pêşengiya Tevgera Azadî de li navçeya Kelar a Germiyanê bi meşekê hat protestokirin.

Di meşa ji Parka Leyla Qasim destpê kir de Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (REJAK) jî cihê xwe tê de girt.

Piştî meşê, li ser navê Tevgera Azadî, REJAK û Ciwanan Welatparêz daxuyanî ji aliyê endamê Meclîsa Qada Germiyan a Tevgera Azadî Diyar Hekîm hat dayin, bal kişand ku siyaseta bêdengkirin û parçekirina Kurdan di meriyetê de ye.

‘PDK LI BER YEKÎTIYA NETEWEYÎ ASTENG E’

Hekîm go heta îro Kurd bi dehan caran ji qetlîaman derbas bûne, wiha dom kir: “Îro jî siyaseta bi israr Kurdan qetil dike û parçe dike didome. Û mixabin, hin partiyên li ser navê Kurdan ti destkeftiyan nafirînin, îro li beranberî van zilmên li ser Kurdan tên kirin, li pêş kongreya neteweyî asteng in. Ev partiyan ji milekî hewl didin yekîtiya neteweyî asteng bikin ji milê din jî behsa referandûman dikin.”

‘HEWL DIDIN ŞOREŞA ROJAVA TESFIYE BIKIN’

Di daxuyaniyê de li ser destkeftiyên şoreşa Rojava hate rawestandin, ev hate gotin: “Pêkûtiyên wisa vê armanç têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava ne. Lê, ev destkeftiyên ku Rêber Apo û gelê me bi hezaran berdêlan bi dest xistine xwedî girîngiyek dîrokî ne. Di vê oxirê de bi hezaran şehîd hatin dayîn. Ji milekî êrîşên dewleta Tirk û DAIŞ’ê li hember Rojava didomin ji milê din jî PDK bi heman siyasetê nêzî Rojava dibe. Ji aliyekî ENKS hewl dide ji hundir şoreşa Rojava parçe bike ji aliyê din jî bi girtina deriyê Sêmalka ve tesfiyekirina şoreşa Rojava tê armanckirin.”

Di daxuyaniyê de her wiha PDK û çapemeniya girêdayî wê hate rexnekirin, bal kişandin hevşibîna bi medyaya şerê taybet a AKP’ê û hate gotin ku çapemeniya PDK’ê jî bi armanca tesfiyekirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan şerê taybet dimeşîne.

...