Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa îro ya hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re, bal kişand ser êrîşên gengaz ên Tirkiyeyê li hemberî Rojavayê Kurdistanê û rê û rêbazên têkoşîna li hemberî van êrîşan destnîşan kir.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin dewleta Tirk a faşîst mêtînger, padîşahê wê Erdogan, Serokwezîrê û Desteya Wezîran li ser esasê dijminatiya li Kurdan polîtîkayê dimeşînin û li ku derê destketiyekî Kurdan hebe, dixwaze ji holê rake.
Bayik da xuyakirin, ku dewleta Tirk Kurdan ti carî weke gelekî nabîne û got, "Lewma hem li hundir hem jî li derve dijminatiyê dike. Şoreşa Rojava şoreşa sedsalê, mezintirîn şoreşa gelan e. Eger ev şoreş li ser armanc û xeta xwe bimeşe û mayînde bibe, wê li Rojhilata Navîn rê li ber pêşketinên mezin veke."
REJÎM NEÇARE BIGUHERE
Bayik diyar kir, dewleta netewya Tirk tevî ku dijminatiyê li gelemperiya Kurdan dike, bi taybetî dijminatiyê li şoreşa Rojava dike û got, "Ji ber ku şoreşa li Rojava wê bi statuya Kurdan bi sînor nemîne û tevahiya Sûriyeyê demokratîk bike. Wê Rojhilata Navîn demokratîk bike. Li Rojhilata Navîn a demokratîk ne pêkane ku netewe dewleta Tirk karibe bijî. Ev rejîm neçar e biguhere. Neçar e komareke demokratî bafire. Tirkiye neçar e demokratîk bibe."
HEWL TÊ DAYÎN TOLÊ JI ŞOREŞA LI ROJAVA HILÎNE
Bayik da zanîn, şoreşa Rojava, polîtîkaya delweta Tirk bi taybetî ya Erdogan a têkildarî Rojhilata Navîn, Sûriye û Kurdistanê pûç kir û destnîşan kir ku ji ber vê yekê, dixwaze tolê jê hilîne.
Bayik ragihand, li pişt hemû pirsgirêkên li Sûriye û Iraqê polîtîkayên Tirkiyeyê û Erdogan hene û got, "Hewl dide van welatan parçe bike. Bi parçekirinê ve dixwaze wan qels bike, bi xwe ve girê bide û lê serdest be. Xwe bispêre wan û bi vî rengî li Rojhilat Navîn bibe serdest. Ji ber ku dixwaze Împaratoriyeke nû ya Osmanî ava bike û bibe padîşah."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku Kurdên li Rojava li hemberî vê parçebûnê, li dijî şerkirina gelan a li hemberî hev, neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk afirandine û got, "Hewl dide demokratîkbûyînê, hevgirtinê bafirîne. Lewma polîtîkayên Rojava, hemû polîtîkayên dewleta mêtînger a faşîst a Tirk pûç dike û rastiya wê radixe pêş çavên her kesî. Ji ber vê yekê Rojava, PYD û YPG'ê hedef nîşan dide."
LÎDERÊ DAIŞ'Ê ERDOGAN E
Bayik bal kişand ser bomberkirina Kîlîsê û destnîşan kir, ku yê roketan dide avêtin Erdogan e, MÎT e.
Bayik ev tespît kir: "Bi vê yekê ve hewl didin nîşan bidin ku Kîlîs ewle nîne û bi vî rengî hincetan ji bo ketina vê herêmê amade dikin. Bi vê yekê ve dixwaze ji nû ve di nava polîtîkaya Sûriyeyê de cih bigire. Bi vê ve dixwaze pêşî li xwegihandina hev a Kobanê, Efrînê, pêşî li statuya KUrdan bigire. Dixwaze şoreşa Rojava bifetisîne."
Bayik bibîr xist, ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, yuê DAIŞ, Nûsra, Ahrar el Şam xurt dike Tirkikye bi xwe ye û got, "Bi her awayî çekan û derfetan dide çeteyan. Mirovên ji derdorê tên, digihîne wan. Birîndarên wan tedawî dike û hemû derfetan pêşkêşî wan dike. Lîderê DAIŞ'ê, El Nûsra û Ahrar el Şam Erdogan bi xwe ye. Her kes bi vê dizane."
DIVÊ GELÊ ROJAVA SÎSTEMA XWE YA BINÊ ERDÊ BAFIRÎNE
Hevserokê Konseya Rêveber diyar kir, Tirkiye mijara penaberan weke bazariyê û şantajê baş bi kar tîne û li ser vê bingehê dixwaze zorê bide hêzên navneteweyî.
Bayik got, "Pêwîste gelê me yê li Rojava, gelê me yê li Bakur û mirovahiya li dijî wehşeta DAIŞ'ê ye, vê yekê baş bibînin. Divê piştgiriyeke xurt bide Kurdan bi taybetî bide gelê li Rojava. Divê ev polîtîkayên Tirkiyeyê ji nedîtî ve neyên û li dijî vê helwestek were nîşandan. Pêwîste gelê me yê li Rojava li hemberî êrîşên Tirkiyeyê xwe baş bi rêxistin bike. Li hemberî êrîşên bi balafir, tank û topan sîstema xwe ya binê erdê ava bike. Girîng e rastiyeke civakê ya dikare di nava her şert û mercî de şer bike, were afirandin. Eger rêxistinbûyînek li ser vê esasê neyê afirandin, li hemberî êrîşên gengaz ên Tirkiyeyê parastina xwe, parastina destketiyan û parastina şoreşê nepêkan e."
DIVÊ RASTIYA CIVAKA ŞERVAN BÊ AFIRANDIN
Bayik herî dawî got, "Gelê Kurd li kîjan parçeyî dibe bila bibe, divê zanibe ku wê şerekî demdirêj biqewime" û ji bo xweparastinê ev mînak da: "Îsraîl di nava salê dûr û dirêj de di nava Ereban de şer kir, li hemberî êrîşên ji gelek aliyan ve sekinî, şer kir, civakeke şervan afirand, bi vî rengî bû xwedî jiyaneke bi vê rêbazê û hebûna xwe misoger kir. Kurd jî li nava çar delwetan hatiye parçekirin. Timî rastî polîtîkayên qirkirinê hatiye. Lewma rewşa kurdan ji ya Îsraîlê xeteretir e. Divê bi vê zanibe. Ji ber vê yekê wê çawa xwe azad bikin? Wê çawa karibe bi nasname, nirx, çand û zimanê xwe, xwe bi rengekî azad bi rê ve bibin? Divê rêxistinbûyîn û têkoşîna vê baafirîne. Girîng e rastiya civakeke şervan were afirandin."