Qetlîamên dewleta Tirk û bêdengiya medyaya Swêdê hat protestokirin
Li bajarê Gavle yê Swêdê, qetlîam û operasyonên qirkirina siyasî ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê pêk tîne û her wiha li hember vê rewşê jî bêdengbûna Televîzyona Dewletê ya Swêdê bi pêşendanekê ve hate protestokirin.
ANF
GÄVLE
în, 13 gulanê 2016, 08:11
Di pêşendanê de dirûşm, pankartên ku qetlîamên li Kurdistanê protesto dikin û her wiha berxwedana xwerêveberiyê silav dikin hatin bikaranîn, alên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di axaftinan de hate gotin ku li ber çavên tevahî cîhanê dewleta Tirk qetlîamên herî xwînrêj ên dîroka Kurdistanê pêk tînin, lê deng ji wan nayê.
Axaftvanan bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku li hember qetlîaman bêdeng nemînin, daxwaz ji medyayê kirin ku qetlîam û girtinên li Kurdistanê ji raya giştî re ragihînin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ku çalakî organîze kir, plan kiribû ku piştî çalakiyê dosyayê bide Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt). Lê, ji ber televizyonê got demê me yê dosya girtinê nîne, girseyê berê xwe da buroya SVT’ê.
Ji Partiya Çep Stefan Gonzalo, Ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Abdûllah Kaya û Siyasetmedarê Kurd Battal Batte rexneyên tund li medyaya Swêdê û SVT’ê kirin. Axaftvanan diyar kirin ku dema li Bakur jiyangeh bişewitin, medyaya Swêdê jî van ji gel veşirên nabe.
Çalakvan bi dirûşemyan hatin ber buroya SVT’ê, bi rayedaran hevdîtin pêk anîn û dosyaya têkîldarî qetlîamên li Kurdistanê radestî rayedaran kirin.