Yuksek hat girtin

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ê pêr li Amedê hat binçavkirin, ji aliyê dadgeha nobedar ev hat girtin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek ê pêr li Amedê bi hinceta daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê hat binçavkirin, piştî îfadeya bi saetan a li dozgeriyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji bo bê girtin sewqî dadgeha nobedar hat kirin. 

Yuksek saet di 03:00 de derxistin pêşberî dadgeha nobedar. Wergirtina îfadeyê bi qasî 2 saetan dewam kir. Piştî îfadeyê, di çarçoveya daxwaza dozgeriyê de dadgehê biryara girtina wî da.

Dadgeha Tirk piştî biryara girtinê, Yuksek şand Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.