'Rêber Apo, sedema me ya şer û aştiyê ye'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di nivîsa xwe ya Rojnameya Rojev Mexmûrê de têkîldarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta da xuyakirin, ku ew di pêvajoyeke gelekî girîng û watedar re derbas dibin û destnîşan kir, ku Tevgera Azadiyê ji bo karibe vê pêvajoya watedar bide meşandin her tim di nav liv û tevgerê de ye. 

Avesta bibîr xist, ku salekê zêdetir e hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çênabin û got, "Ji meha Tirmeha 2011’an ve parêzer nikarin biçin Girava Îmraliyê, bi malbatê re hevdîtin pêk nayên. Perspektîf û nêrînên Rêber Apo nagihêje tevgera me, raya giştî. Her kes niha rewşa Rêber Apo meraq dike. Di encama zextên Tevgera Azadiyê de 28-29’ê Nîsanê Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyan (CPT) ji bo hin lêkolînan çû Girava Îmraliyê. CPT’e jî herî dawî sala 2013’an çibû Girava Îmraliyê. Hê jî têkîldarî giravê ti çavdêrî an jî raport bi raya giştî re nehatiye parvekirin."

'QUTKIRINA TÊKILIYÊN BI RÊBER APO RE, DESTPÊKIRINA ŞER NÎŞAN DIDA'

Avesta da xuyakirin, ku şerê li Kurdistanê êdî ne wek demên bihurî ne û ev nirxandin kir: "Hem Tevgera Azadiyê berxwedanek mezin raber dike hem jî dijmin bi awayekî bêperwa êrîş dike. Dijmin bi van êrîşan ve dixwaze îradeyê bişkîne. Êrîşa destpêkê jî li ser Rêber Apo pêk anî. Ji ser Rêber Apo vê zalimtiya xwe da nîşandan. Dijmin ev plansazî ji berê ve çêkiribû. Eger bi Rêber Apo re têkîliyên me qut nebûna, tecrîd giran nekiribana wê bi ti awayî nikariban plansaziyên xwe bixistana meriyetê. Lê, wan çiqasî jî tecrîd şidandin, dîsa jî gelê Kurd destûr neda ev plansaziyên xwe pratîze bikin. Baş dizanin ku bê ka raman, perspektîfên Rêber Apo ji bo me, gelê me, raya giştî û tevahî mirovahiyê çiqasî xwedî nirx e û watedar e. Ji ber vê jî destpêkê berê xwe dan Rêber Apo. Qutkirina têkîliyên bi Rêber Apo re, destpêkirina şer nîşan dida." 

Avesta diyar kir, dewlet Tirk 2 konsep bi hev re meşandin û got, "Hem hewl da konsepta tesfiyekirin, şikandina îradeyê, çavtirsandinê bimeşîne hem jî xwest rengekî ku pêvajoyê didomîne, li ser rêya muzakereyan dimeşe, ji bo çareseriyê hewl dide bide. Wê demê hevdîtinên ku bi Rêber Apo re pêk dihatin ne hevdîtinên çareseriyê bûn. Tenê diyalog pêş diketin. Lê, ev diyalog jî ne fermî bûn. Şertên li Îmraliyê li holê ne, ji ber ku hevdîtin bi awayekî dihatin xwestin pêk nehatin guhertinên pêwîst jî çênebûn. Dîktatorê li Qesrê şer dixwest, dixwest ku agirbestek yekalî çêbibe, hêz xwe vekişinîn derveyî welat. Bi vê ve jî tenê dixwest emrê xwe dirêj bike. Çima dixwest emrê xwe dirêj bike? Ji bo serxistina hilbijartinên Serokkomariyê, di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014’an de jî biserxistina şaredariyan. 

Rêber Apo, zihniyet, polîtîkayên înkar û îmha, nêzîkatî, dîktatortiya AKP’ê, daxwazên Erdogan dizanîbû, texmîn dikir. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe bawer bû, bi felsefeya xwe ya jiyanê bawer bû, bi zanebûna xwe ya siyasî bawer bû. Di vê mijarê de jî şertên heyî dinirxand. Pratîkên AKP’ê yên pêk tanî û bikirana dizanîbû, lê dîsa jî pêvajo da dewamkirin. Rêber Apo, bi sebreke pir mezin, pêvajoyek 2 sal û nîvan da meşandin. Tiştên ku diviyabû wan bikirana jî avakirina komîsyonan, avakirina heyeta çavdêriyê bû. Diviyabû rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan pê re hevdîtinê bikin, lê nehiştin. Tiştê ku kirin jî girtiyên li gel Rêber Apo guhertin. Ji 5 girtiyên ku guhertin jî 2 jê bi awayekî korsanwarî ji Girava Îmraliyê revandin. Ji Girava Îmraliyê girtin û sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê kirin. Li wir jî danîn hucreyên yek kesî. Çûyin-hatin, hevdîtinên bi malbatan re çênebûn, hatin qedexekirin."

'DEWLETA TIRK DIXWAZE VEGERE REWŞA BERÎ 7'Ê HEZÎRANÊ, LÊ EV NE PÊKAN E'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta da zanîn, ku dewleta Tirk û AKP dixwazin vegerin beriya 7'ê Hezîranê û bi vê tespîtê destnîşan kir, ku ev daxwaz pêk nayê:

"Agirbestek yekalî, bêçekbûyin, derxistina hêzan derveyî welat… Lê wê daxwazên wan pêk neyên. Eger beriya 7’ê Hezîranê çareserî bûna wê niha ev şer nînbûna. Rêber Apo, beriya wê got, 'Şerê dawî, wê şerekî bi êş be.' Eger mirov li esasê wê binêre, em şerê dawî dijîn. Ev şerê dawî jî em bi taybet li Bakurê Kurdistanê dijîn. 

Eger di çareseriyê de israr bikin, samîmî bin, qanûnan derxin, destûrek nû ya bingehîn a demokratîk amade bikin, projeyên xwe pêşkêşî Rêber Apo bikin, îradeya wî esas bigirin, bixwazin muzakereyan pêş bixin, Rêber Apo jî wê bi awayekî erênî nêz bibe. Na, eger dîsa dîktator wek ti tişt pêk nehatiye, wek ev saleke xwîn nerijiyaye, can nehatine dayîn, ewqas qewimînên bi êş çênebûne tevbigere, van ji nedîtî ve bê, ne mimkûn e ku dîsa wek berê vegera beriya 7’ê Hezîranê çêbibe.  Armanca pirsgirêkê, berxwedanê, têkoşînê, çareseriya pirsgirêkê ye. Qebûlkirina gelê Kurd e. Di destûra bingehîn de bicihkirina gelê Kurd e. Bi awayekî azad zimanê xwe, çand, zimanê xwe jiyîn e. Avakirina sîstema xwe ye. Eger van qebûl neke, agirbest çêbibe çi ye, çênebe çi ye. Beriya 40 salan, çima em derketin li ser çiyayan? Ji ber ku me koletî, bi awayekî hejar, bêexlaq tinebûn qebûl nekir. PKK’ê li hember bêexlaqiyê, xîzantiyê, faşîzmê, zorbetiyê serî rakir. Dîsa heman tişt hebin, ma çima PKK çekê deyne, çima şer neke? Têkoşîn, wê heta dawiyê bidome." 

'NÊZÎKATIYA LI RÊBER APO SEDEMA ME YA ŞER Û AŞTIYÊ YE'

Avesta da xuyakirin, ku di têkoşîna azadiyê de pêşketinek pir mezin heye û got, "Têkoşîna Azadiyê xwedî berxwedanên pir mezin in. Yek ji van berxwedanan jî berxwedana mezin a ku Rêber Apo li Girava Îmraliyê pêş xistiye. Rewşa Rêber Apo, rewşa Tevgera Azadiyê ye. Êrîşa li ser Rêber Apo destpê kir, heta roja me, gihişt êrîşên yekser li ser Tevgera Azadiyê. Em hema ji ber xwe nabêjin, Rêber Apo sedema me ya şer û aştiyê ye. Em şer dikin, lê wê aştiyê tenê Rêber Apo karibe pêk bîne. Navenda tevahî xebatên me Rêber Apo ye. Em ê li derdora Rêber Apo xelekên berxwedanê ava bikin. Em ê vê têkoşînê mezin bikin. Ji ber vê jî ji bo me hem têkoşîna Rêber Apo pîroz e hem jî berxwedana li her çar parçeyan jî wê mezin bibe."

BERXWEDANA BAKUR, MEZINTIRÎN BERXWEDANA SEDSALA 21'AN E

Avesta diyar kir, berxwedana li Bakurê Kurdistanê wek berxwedana herî mezin a sedsala 21. hate binavkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Berxwedana sedsala 21’emîn… Em ji bo berxwedana li Bakurê Kurdistanê derketiye holê nikarin gotinekê bibînin. Têkoşîna mezin, berxwedana li ber çavan, mîtîng û meşan ji xwe her tişt daniye holê. Me dît ku AKP’e ji milekî ketiye nav hewldanên tinekirina PKK’ê ji milekî din jî bi destûrek bingehîn dixwaze Erdogan bike serokê Tirkiyeyê. Ji ber vê dest bi şer kirin. 

ERDOGAN LI HEMBERÎ ŞERÊ AZADIYÊ BÊÇARE MA Û DAVÛTOGLÛ QEWIRAND

Digotin wê li bajaran Tevgera Azadiyê tine bikin, yên mane jî wek sala 2012’an wê bi êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bi dawî bikin. Dewleta Tirkiye û AKP’ê, dixwest ku gerîla tengav bikin û bi awayekî bê amadekarî biharê biborînin. Ji bo vê jî ketin nav hewldanên mezin. Lê, tiştên ku xwestin, plansaziyên xwe nikaribûn bixin meriyetê. Şerê li Sûr û Cizîrê, îradeya gelê Kurd qayimtir kir. Berxwedana Sûr û Cizîrê, îro bi ya Nisêbîn û Şirnexê re bûye yek, ev berxwedan bi awayekî bi heybet didome. Şerê li Bakurê Kurdistanê, şerê hebûnê ye. Şehadet çêbûn, lê ev şehadetên pîroz in. Şerê zivistanê xwedî wateyek pir mezin e. Digotin 'em ê çokên gelê Kurd, tevgera azadiyê, têkoşîna azadiyê bidin erdê.' Me dît bê ka kê çok şikandin. Davûtoglû diçû kû derê digot, 'em ê çokan neşkînin, li ber xwe bidin, bi ser kevin.' Hat dîtin, bê kê li ber xwe da û kê çok şikand. Hat dîtin bê ka kî bi ser ket. Me ew jî dît bê ka kî têk çû, kê di bin de ma. AKP’e têk çû, Davûtoglû winda kir. Davûtoglû her tişt wek Erdogan dikir. Erdogan li hember şerê azadiyê bêçare ma û Davûtoglû qewirand. Li şûnê li hinên din digere, dibe kû karibe rewşê sererast bike. Bûye fermandar.

ÇALAKIYÊN ZINAR RAPERÎN Û DOGA YAŞAM, HERIKÎNA SIYASETA TIRKIYEYÊ DIYAR KIRIN

Xwestin Tevgera Azadiyê bêîrade bihêlin. Lê, di vê de têk çûn. Çalakiyên gerîla yên demên dawî hêjayî gotinê ne. Li gor nêrîna wan, bi êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ve wê gerîla bêbandor bikin, lê şaşî kirin. Gerîlayan li Kurdistanê çalakiyên bi bandor li dar xistin. Dîsa li hemberî zilma li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd bêdeng neman, di nava Enqereyê de bi çalakiyên milîtanên TAK’ê Zinar Raperîn û Doga Yaşam ve herîkîna siyaseta Tirkiyeyê diyar kirin. Sekna wan, ruhê wan ev e. Û eger dewleta Tirk di vê zihniyetê de israr bike, bersivên ku wê ji ciwanên Kurd bigire jî ev çalakî ne. Pêwîst e asta têkoşînê hê bê bilindkirin. Pêvajoya bihurî, bingehek ji pêvajoya niha re çêkir. Êdî merheleyek hê nêzî azadiyê ye. Li ser vî esasî ez bang li jin û ciwanan dikim, tevlî refên têkoşînê bibin. Bi ruhê Mehmet Tûnçan, Pakîze Nayiran, Sêvê Demîran têbikoşin. Ez di şexsê Azad Sîser ê li Licê şehîd ket de tevahî hevrêyên di oxira vê têkoşînê de canê xwe dan, şehîd ketin bi bîr tînim, dilsoziya bi têkoşîna wan nû dikim."