DBP'ê bang li raya giştî kir: Ji nedîtî ve neyên!

DBP'ê nerazîbûneke tund nîşanî girtina hevserokê xwe Yuksek da û bang li raya giştî kir, ku van pêkanînên AKP/Qesrê ji nedîtî ve neyê. DBP'ê diyar kir, wê bersiv ji operasyonên qirkirina siyasî re bê dayîn.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), têkildarî girtina hevserokê xwe yê giştî Kamûran Yuksek daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hevserokê wan Yuksek bi rengekî bê hiqûqî hatiye binçavkirin û hat gotin, sûcdariya li hevserokê wan tê kirin, daxuyaniyên wî yên di demên cuda de hatine dayîn e.

'WELÊT BER BI KAOSÊ VE DEHF DIDIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîr xist, ku Yuksek ji aliyê dadgeriya bi fermanê ve dixebite hatiye girtin û hat gotin, "Ev konsepta şerê taybet a di bin kontrola Qesrê de tê meşandin, pêwendiya xwe bi daxwaza avakirina rejîma dîktatoriyê heye. Hewldana çareseriyê ya bi pêşengiya Birêz Ocalan hat destpêkirin, bi darbeya Qesrê ji holê hat rakirin. Di heman demê de, bi konsepteke şer a kûr, welat ber bi kaosê ve hatiye dehfdan. Divê were zanîn ku ev polîtîkaya kaos û neçareseriyê bi kêrî gelan nayê. Hem Tevgera Siyasî ya Kurd, hem jî Hevserokê me yê Giştî Birêz Kamûran Yuksek di her firsendê de ragihand ku çareserî xweseriya demokratîk û komara demokratîk e. Ji ber van nêrîn û daxuyaniyên ji bo çareseriyê girtina Hevserokê me tiştekî bê qebûlkirin nîne. Em vê yekê bi tundî red dikin. Berpirsyarên şerê kirêt ê li Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê, îro hewl didin qirkirina siyasî kûrtir bikin."

'EM Ê BI MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ BERSIVÊ BIDIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dizanin ku ev êrîş ji bo pûçkirina kongreya me ya dixwaze bersivê bide pêvajoyê û bi xurtî pêvajoyê pêşwazî bike, hatiye kirin" û hat destnîşankirin, ku li hemberî zext, şer û operasyonên qirkirina siyasî ew ê tevî gelê xwe têkoşîna xwe mezin bikin, kongreya xwe bi xurtî pêk bînin û bersivê bidin van operasyonan.

BANGA LI RAYA GIŞTÎ

DBP'ê bang li raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê kir û da zanîn, ku têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê têkoşîna şexsekî, têkoşîna gelekî bi tenê nîne û banga piştevaniyê kir.

Di daxuyaniyê de bang li raya gitşî ya kurdistanê û mirovên xwedî wijdan kir, ku li hemberî van nêzîkatiyên faşîzan bisekinin û konsepta qirkirna siyasî û şer a li dijî Kurdan ji nedîtî ve neyên. Her wiha hat destnîşankirni ku divê komîsyonên lêkolînê û heyetên serbixwe bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî lêkolînan bike û rewşê ji bo dîroka mirovahiyê qeyd bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, ku DBP wê bi hêza ji kevneşopiya xwe wergirtî re têkoşîna xwe ji niha û pê ve hîn bi xurtî bidomîne.