KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji YPG'ê operasyon: 13 çete hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 11'ê Gulanê li hemberî rojavayê Kobanê, hêzên wan operasyonek pêk anîne û di encamê de 13 çete hatine kuştin. -
Li Şirnexê şer û bomberdûman
Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî terora dewleta Tirk di roja 69. de ye. Piştî şerê dijwar ê duh bi şev, hêzên dewleta Tirk ji danê sibehê ve obus davêjin nava bajêr. -
13 cenaze rakirin STE ya li Xabûrê
Cenazeyên 13 kesên tê gotin di şerê ji ber êrîşên qirkirinê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dane, rakirin morga Saziya Tipa Edlî (STE) ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê. -
Rojava ji dewleta Tirk re got: Bes êrîş bike; em ê bêdeng nemînin!
Kordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava li ser sûcên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Cenazeyê Aydar hate definkirin
Cenazeyê Cuneyt Aydar ê li Rihayê hate înfazkirin li Sêrtê hate definkirin. -
Li Rihayê 24 kes hatin binçavkirin, li Hatayê kesek hat girtin
Li Rihayê, tevî rêveberên DBP'ê û xebatkarê Azadiya Welat 24 kes li Rihayê hatin binçavkirin. Li Hatayê jî ji ber ku di dawetê de strana bi Kurdî gotiye, kesek hat girtin. -
TEV-DEM'ê bang li saziyên navneteweyî kir
TEV-DEM'ê bang li Neteweyên Yekbûyî, Saziya Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û saziyên navneteweyî kir ku dest li sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deynin. -
Asya bi berxwedanê bû sembola serhildanê
Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ber bir rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Bav Abdulkerîm Urun li merasîma cenaze axivî û got, "Bi berxwedanê bû sembola serhildanê. Asya ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe da." -
Ji Meclîsa Gel a Şirnexê banga berxwedana bi ruhê serhildanê
Hevserokatiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Şirnexê got, "Berxwedana Botanê, berxwedanên Stalîngrad û Kela Dimdimê jî li dû xwe hişt, bi ruhê Kobanê nirxên komunal ên mirovahiyê û jiyana exlaqî-polîtîk bi canê xwe diparêze." -
'Girê Spî bi Xwerêveberiya Demokatîk ve bi pêş de diçe'
Hevseroka Xwerêveberiya Girê Spî Mûstafa diya rkir, bi Xwerêveberiyê ve nêzîkatiya kevneperest a navbera gelan û nêzîkatiyên neyînî yên li hemberî jinan ji holê rabûne. -
Berxwedêrê Sûrê Halîl Guneş, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Halîl Guneş ê ku di berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Sûr a Amedê de jiyana xwe ji dest da, li Farqînê ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. -
Çeteyên Qesrê li Şirnexê bajêr bomberdûman dikin, malan hildiweşînin
Êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê li Şirnexê dewam dikin. Çete ji aliyekî de bajar bombe dikin ji aliyê din jî bi teqemeniyan mal û kargehan hildiweşinin. -
Li Meletiyê 7 xwendekar hatin girtin
Li Meletiyê di serdegirtinê duh sibehê yên çeteyên Qesrê ji 10 xwendekarên Zanîngeha Înonuyê 7 xwendekar hatin girtin. -
Gunduz Akmeşe li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Gunduz Akmeşe ya di berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Sûr a Amedê di 16’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest dabû û bi mehan cenazeyê wê nehat dayîn, li Amed a ku di oxira wê de can xwe da, hate definkirin. -
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê bi obusan êrîş dikin
Li navenda bajarê Şirnexê şer û bomberdûman dewam dikin. Li bejahiya Gabar û Bestayê tevgera helîkopten pêk tên, li bajêr jî mal yek bi yek bi obusan tên hilweşandin. -
Li Rojavayê Kobanê bi çeteyan re şer
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke nêzî gundê Zorxirma ê dikeve Rojavayê Kobanê kirine. -
Çeteyên Qesrê êrîşî konê sersaxiyê kirin
Çeteyên Qesrê li Mêrsînê êrîşî konê sersaxiyê ya ji bo gerîlayê HPG'ê Halît Sûngûr yê li Şirnexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da kirin. -
Di dema derbasbûna tankê de teqîn
Li navçeya Nisêbînê piştî fermana Serokkomar Erdogan a "Xira bikin, bişewitînin", deme tanket derbas dibû teqîn pêk hat. -
HPG: Di çalakiya sabotajê ya li Amedê de 9 polîs hatin kuştin
HPG’ê diyar kir ku ji bo bîranîna Azad Sîser, Çekdar Amed û 4 gerîlayan li Rezana Amedê çalakiya sabotajê li dar xistine, da xuyakirin ku 9 polîs kuştine, 15 jî birîndar bûne. -
Cenazeyê endama TAK'ê hat definkirin
Endama TAK'ê Eser Çalî (Asya Glîdag) a di çalakiya bombeya zindî ya Bûrsayê de jiyana xwe ji dest da, li Îdirê hat definkirin. -
Li rex hev ber bi bêdawîtiyê hatin oxirkirin
Mogul û Çîçek ên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn li Amedê ber bi rewîtiya dawî hatin oxirkirin. -
YPS'ê encama çalakiyên li Nisêbîn û Wanê eşkere kir
YPS'ê da xuyakirin, ku di çalakiyên li Nisêbîn û Wanê de gelek çeteyên Qesrê hatine kuştin. -
Ji bo Doner ê YPG’yî mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Erdal Doner ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û nasnameya wî hefteya derbasbûyî hat eşkerekirin, li Wanê mewlûd hat dayîn. -
Mirovên di teqîna li Amedê jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin
Cenazeyên Zafer Kolûman, Mehmet Argul û endamê Meclîsa Şaredariya Bismilê Tûfan Tûnç ên di çalakiya li dijî wesayîta servîsa polîsan de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin. -
Cenazeyê Guneş hat teşxîskirin
Cenazeyê Halît Guneş ê li Sûrê hat qetilkirin û şandin Meletiyê, hat teşxîskirin.