TEV-DEM'ê bang li saziyên navneteweyî kir
TEV-DEM'ê bang li Neteweyên Yekbûyî, Saziya Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û saziyên navneteweyî kir ku dest li sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deynin.
TEV-DEM'ê bang li Neteweyên Yekbûyî, Saziya Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û saziyên navneteweyî kir ku dest li sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deynin.
Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî bang li raya giştî ya cîhanê kir ku kiryarên hikûmeta AKP’ê yên li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê bidin sekinandin û li hemberî AKP’ê helwestekê nîşan bidin.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji destpêka aloziyê ve dewleta Tirk destê xwe xistiye nava karûbarên Sûriyeyê. Hikûmeta AKP’ê alîkariya DAIŞ’ê dike û gelek belgeyên ku vê yekê îsbat dikin hene. Hêzên dewleta Tirk li ser sînorê Bakurê Kurdistanê, 36 welatiyên sivîl kuştin û 48 kes jî birîndar kirin, piraniya wan jin û zarok bûn. Ev têra hikûmeta AKP’ê nekir, lê li gelek cihan xaka Roajva jî tevlî sînorê xwe kir. Darên zeytûnan jî ji terora wan nefilitîn. Bi sedan darên zeytûnan rakirin û baregehên şervanên YPG û YPJ’ê topbaran kirin. Tevî agirbesta ku li Sûriyeyê hatiye ragihandin, lê dewleta Tirk kiryarên xwe yên dûrî qanûn û yasayên navneteweyî berdewam kir. Eger hêzên parastinê yên Rojava xwe ranegirtibana û bi aqilane tev negeriyane, wê bûyerên pir nexweş pêk bihatana.
Em van kiryarên dijmirovane bi tundî şermezar dikin û bang li Netewên Yekbûyî, raya giştî ya cîhanê û rêxistinên mafên mirovan bi taybet Rêxistina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) dikin ku dengê xwe bilind bikin û kiryarên hikûmeta AKP’ê bidin sekinandin. Em ji neteweyên yekbûyî jî helwesteke ciddî hêvî dikin."