Cenazeyê endama TAK'ê hat definkirin

Endama TAK'ê Eser Çalî (Asya Glîdag) a di çalakiya bombeya zindî ya Bûrsayê de jiyana xwe ji dest da, li Îdirê hat definkirin.

Endama TAK'ê Eser Çalî (Asya Glîdag) a di çalakiya bombeya zindî ya Bûrsayê de jiyana xwe ji dest da, li Îdirê hat definkirin. 

Endama TAK'ê Eser Çalî (Asya Glîdag) a di çalakiya 28'ê Nîsanê ya bombeya zindî ya Bûrsayê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Alîcanê yê Qereqoyinliya Îdirê hate definkirin. Piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Bûrsayê, cenaze duh ji aliyê bavê wê Salîh Çalî ve hat wergirtin û ew anîn Îdirê. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund, cenazeyê Çalî li goristana gund ji aliyê jinan ve hat definkirin.