Çeteyên Qesrê, li Şirnexê bi obusan êrîş dikin
Li navenda bajarê Şirnexê şer û bomberdûman dewam dikin. Li bejahiya Gabar û Bestayê tevgera helîkopten pêk tên, li bajêr jî mal yek bi yek bi obusan tên hilweşandin.

Li Şirnexê berxwedana ku li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a ku bi her cure çekên teknîk û deh hezaran leşkeran ve di roja 58. de mal yek bi yek tên hilweşandin. Li herêmên xwerêveberiyê jî şerên dijwar tên jiyîn.
Wesayîtên zirxî yên taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevlerê dorpêç kirine, bênavber taxan didin ber guleyan. Hewldanên çeteyên Qesrê yên ku dixwazin bikevin taxan jî ji aliyê şervanên YPS û YPS-JIN’ê ve tên valederxistin.
Şerên li ser Rêya Gaffar Okkan û Taxa Bahçelîevlerê dijwar bûne, hêzên dewletê gelek mal li vir dan ber agir. Herêma ku dikeve navbera Taxên Cûmhûriyet û Îsmetpaşa yê jî ev 2 roj in şer bênavber lê dewam dikin.
Bi dehan ambûlansên ku sewqî cihê şer dikin jî li herêma di navbera Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan de bêsekin diçin û tên.
Li Taxa Yenî du rojên şer giran in, hêzên dewletê yên nikarin bikevin qadên xwerêveberiyê hewl didin yek bi yek malan hilweşînin û pêş bikevin. Bi obusên li Qereqola Gumuştepe ya wek biryargeha çeteyên Qesrê tê bikaranîn, malên hatin hedefgirtin bi kamerayan hatin kişandin.
Li bajêr heta niha bi hezaran mal hatin hilweşandin, her wiha destûrê nadin ku ekîbên agirkujê şewatên li mal û kargehan vemirînin.
Şer li navenda bajêr dijwar dibin, li derdorê jî tevgera helîkopteran pêk tê. Gelek helîkopterên ji 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan û Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê firiyan, hate dîtin ku li xeta çiyayên Gabar û Bestayê nizm difirin.