Li Meletiyê 7 xwendekar hatin girtin

Li Meletiyê di serdegirtinê duh sibehê yên çeteyên Qesrê ji 10 xwendekarên Zanîngeha Înonuyê 7 xwendekar hatin girtin.

Li Meletiyê di serdegirtinê duh sibehê yên çeteyên Qesrê ji 10 xwendekarên Zanîngeha Înonuyê 7 xwendekar hatin girtin.

Xwendekarên ku di serdegirtinên çeteyên Qesrê yên duh sibehê de hatibûn binçavkirin piştî karûbarên wan ên li emniyetê sewqî dadgehê hatin kirin. Îro saet 10:00’an de li dadgehê îfadeyên xwendekaran hatin girtin. Ji 10 xwendekaran 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 7 xwendekarên din hatin girtin û şandin Girtîgeha Meletiyê.

Navê wendekarên ku bi hincetên beşdarî bîranîna qetlîama Roboskî, meşa aştiyê û beşdarî daxuyaniyên di nava zanîngehê de bûne hatin girtin, wiha ne; Vedat Koç, Mehmet Korkût, Dîlan Oral, Ayhan Sansar, Gulistan Azak, Ceren Seven û Îsa Bayrak.

Xwendekarên ji aliyê dadgehê ve hatin girtin, rêkirin girtîgehê.