Çeteyên Qesrê êrîşî konê sersaxiyê kirin

Çeteyên Qesrê li Mêrsînê êrîşî konê sersaxiyê ya ji bo gerîlayê HPG'ê Halît Sûngûr yê li Şirnexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da kirin.

Çeteyên Qesrê  li Mêrsînê êrîşî konê sersaxiyê ya ji bo gerîlayê  HPG'ê  Halît Sûngûr yê li Şirnexê di êrîşa hewayî de ya li dijî çiyayê Fila û girê Mizgeftê pêk hat di 29'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da kirin. Çeteyên serî sibehê hatin konê sersaxiyê ya li Taxa Demîrtaş a navçeya Toroslarê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sûngûr hincet nîşan da û kon belav kir. Çeteyan bi gaza îsotê ve êrîşî welatiyên ku li hemberî vê yekê derketin kirin. Gelek kes ji ber gaza îsotê bi bandor bû, piştî ku gel nerazîbûn nîşan da polîs vekişiyan. Piştî ku çete çûn welatiyan careke din kon vedan.

Çeteyan careke din hatin kon û ji wesayîtên zirxî anonsa "Li vir bi awayeke neqanûnî kom bûne heke di nava du deqîqeyan de belav nebin em ê mudaxale bikin" kirin. Welatiyên di sersaxiyê de jî careke din nerazîbûn nîşan dan. Ligel hevdîtinên hatin kirin jî polîsan dorpêç ranekirin û gotin fermana dozgeriyê heye nikar destûrê bidin, pêwîst be wê binçavkirin bikin û destûra kon nedin. Bavê Sûngûr, Mehmet Sûngûr û Emîn Sûngûr, Omer Sûngûr ên ku li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşandan, hatin binçavkirin. Konê sersaxiyê jî ji aliyê welatiyan ve hate rakirin.