HPG: Di çalakiya sabotajê ya li Amedê de 9 polîs hatin kuştin
HPG’ê diyar kir ku ji bo bîranîna Azad Sîser, Çekdar Amed û 4 gerîlayan li Rezana Amedê çalakiya sabotajê li dar xistine, da xuyakirin ku 9 polîs kuştine, 15 jî birîndar bûne.
HPG’ê diyar kir ku ji bo bîranîna Azad Sîser, Çekdar Amed û 4 gerîlayan li Rezana Amedê çalakiya sabotajê li dar xistine, da xuyakirin ku 9 polîs kuştine, 15 jî birîndar bûne.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkîldarî çalakiya sabotajê ya li Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê têkîldarî çalakiyê ev agahî parve kirin:
“Di çarçoveya Pêngava Şehîd Xemgîn Koçer û Şehîd Nûcan Malatya ya li Amedê hat destpêkirin de ji bo bîranîna Şehîd Azad Sîser, Çekdar Amed û 4 hevalan çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiya ku hêzên dagirker ên êrîşî Kurdistanê dikin hate hedefgirtin de, nûçeyên windahiyên sivîlan ên di medyayê de cih digirin hê ji aliyê me nehatine zelalkirin.
10’ê Gulanê saet 16.30’an tîmek me ya gerîla li ser rêya Batikent a girêdayî navçeya Rezan a Amedê li hember serwîsa polîsan çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayît bêkêr bû, 9 polîs hatin kuştin, 15 polîs jî birîndar bûn. Ev çalakiya ji bo bîranîna Şehîd Azad Sîser, Çekdar Amed û 4 hevalên ku li Amedê şehîd ketine hate lidarxistin.”