Ji YPG'ê operasyon: 13 çete hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 11'ê Gulanê li hemberî rojavayê Kobanê, hêzên wan operasyonek pêk anîne û di encamê de 13 çete hatine kuştin.
YPG'ê da xuyakirin, ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 11'ê Gulanê li hemberî rojavayê Kobanê, hêzên wan operasyonek pêk anîne û di encamê de 13 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên çeteyan û şerê dawî yê li Heleb û kantona Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Suriyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, komên çete agirbesta li herêmê hatiye ragihandin binpê kirin û 11'ê Gulanê ji herêma Seken Şebab bi topên cehenemê êrîş bir li ser taxa Şêx Meqsûd.
LI ROJAVAYÊ KOBANÊ 13 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê da xuyakirin, ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 11'ê Gulanê li rojavayê Kobanê li dijî hêzên Ehrar Cerablûs, ku yek ji pêkhateyên QSD'ê ye, hêzên YPG/YPJ'ê operasyonek pêk anîn.
Der barê vê operasyonê de ev agahî hatin dayîn:
"Di operasyon de çeper û nuqteyên çeteyan hatin hedef kirin û derbên xurt li wan hat dayîn. Di encama vê operasyonê de bi qasî hatiye zelalkirin 13 çete hatin kuştin û hejmarek zedê çete jî hatin birîndarkirin."
YPG'ê her wiha diyar kir, roja 12'ê Gulanê saet derdora 04.30'an de çeteyên DAIŞê bi çekên giran êrîş birin li ser bajarokê Şêxler ê giredayî Kobanê.