Li rex hev ber bi bêdawîtiyê hatin oxirkirin
Mogul û Çîçek ên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn li Amedê ber bi rewîtiya dawî hatin oxirkirin.
Mogul û Çîçek ên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn li Amedê ber bi rewîtiya dawî hatin oxirkirin.
Berxwedêrên biçûk Cîhat Morgul(14) û Tûrgay Gîrçekê 19 salî yên li hemberî hêzên dewletê taxa xwe parastin û ji meha çile ve jiyana xwe ji dest dan û nêzî 2 mehan cenazeyên wan li Sûrê man, piştî cenazeyên wan ji navçeyê hatin derxistin, li goristana bêkesan a Dîlokê hatibûn veşartin. Piştî karên DNA'yê cenazeyên Morgul û Gîrçek ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û ew anîn Amedê û ji aliyê bi sedan kesî ve li ser milan li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan hatin definkirin.
Cenazeyê Gîrçek û Morgul duh ji Tiba Edlî ya Dîlokê hatin wergirtin û îro li goristana Yenîkoyê ya Amedê bi merasîmeke girseyî hatin definkirin. Malbatên ku bi tevî malbatên Girçek û Morgul nobed digirtin jî tevlî merasîmê bûn. Morgul û Gîrçek bi sirûda "Çerxa Şoreşê" hatin definkirin.
Di merasimê de Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku her roja ew cenazeyên xwe defin dikin hêrs û kîna wan zêdetir dibe û got, ew soz didin wê heta dawî li pey rêya Morgul û Gîrçek bin.
Bavê Turgay Gîrçek, Murat Gîrçek jî diyar kir ku bila serê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be, Turgay şehîdê gelê Kurd e û wiha got: "Ji bilî Turgay zarokên min ên din jî hene û ez amede me ku wan jî bişînim çiyê. Bila herin û têbikoşin."
Bavê Cîhat Morgul Cahît Morgul jî anî ziman ku divê gelê Kurd zarokên bi bedena xwe ya biçûk canê xwe fedakirin ji bîr nekin û gotina dawî ya kurê xwe dubare kir û got kurê wî herî dawî gotiye "Em binbikevin jî em ê dîsa berxwedanê biceribînin, lê eger ew binbikevin wê dawiya dîktatoriya wan bê."
Piştî axafitinan xwişk û birayên Gîrçek, li ser gora Gîrçek û Morgul find hatin pêxistin û sêniya hineyê danîn ser gora Gîrçek.
Wê şîna Gîrçek, Morgul û berxwedêrê Sûrê Mahmût Orûç ê ku duh li goristana Yenîkoyê hatibû definkirin li Eywana Şeqlatê ya li Taxa Hûzûrevleriya Peyasê bê danîn.