Halîl Guneş ê ku di berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Sûr a Amedê de jiyana xwe ji dest da, li Farqînê ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.Li ser goristanê bav Zeynel Guneş axivî û wiha got: “Ne bi zorê zilim kir, li ser rêya Kurdistanê têkoşîn kir û jiyana xwe ji dest da.”
Li navçeya Sûr a Amedê Halît Guneş di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da. Li Farqînê bi beşdariya hezaran kesî bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. Halît Guneş di 10’ê Adarê roja Pênçşemê li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû, piştre cenaze rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û bi awayekî korsanwarî hatibû definkirin. Piştî ku bi testa DNA’yê cenaze hate teşxîskirin, radestî malbatê hate kirin.
Cenaze li gundê Qurtê ê girêdayî navçeyê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û ji wir bi konvoyek a wesayîtan anîn navçeyê. Di tevahiya rê de konvoya cenaze ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin rawestandin, cenaze li taxên rexê re anîn Taxa Tekelê. Pişît ku li Mizgefta Hakîkatê wecîbeyên olî anîn cih, tabûta ku bi alên PKK’ê hatin pêçan, rakirin ser milan û bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Sûrê” û “Şehîd Namirin” birin goristanê.
Di merasîma definkirinê ya li Goristana Şehîdan a Taxa Tekelê parlementerê HDP’ê Ziya Pîr, HDP û BDP’a Amedê û rêxistinên Farqînê, hevşaredarên Farqîn, rêveberên MEYA-DER û bi hezaran kes beşdar bûn. piştî karûbarên definkirinê li ser giyanê kesên ku jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
Di merasîma cenaze de Hevserokê MEYA-DER’ê Hasan Pençe daxuyaniyek da û wiha axivî: “Her roj em şehîdekî xwe defin dikin. Her kes nikare bigihêje mertebeya şehîdan. Şehîdên me ji bo azadkirina gel û xaka xwe li Sûrê berxwedanekî heybet nîşandan û şehîd ketin. Li hember vê wehşetê gelê me wê li ber xwe bidin û stûyê xwe xwar nake. Hemû gel ji bo çand, nasname û azadiya xwe têkolînê dikin. Gelê me jî vê dixwaze. Erdogan her roj gefan dikin. Her roj girtin, binçavkirin, hilweşîn, talan û kuştin heye. Gelê me wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku xuda ev ziman daye. Em heqin. Ti kes nikare zimanê me tine bihesibîne. Heta dawiyê wê têkoşîna me bidome. Em soz didin ti car nakevin li ser çokan û em ê di rêya we de bimeş in.”
Bav Zeynel Guneş axivî û diyar kir ku kurê min kurê hemû gelê Kurd e. Guneş wiha anî ziman: “Kurê min ne ji bo dizî, xûmar, xesp û ne bi zorê zilim kir, li ser rêya Kurdistanê têkoşîn kir û jiyana xwe ji dest da. Serê me tevan sax be.”
Piştî axaftinan girse ji bo sersaxiyê berê xwedan mala sersaxiyê ya li Taxa Tekelê.