Li Rojavayê Kobanê bi çeteyan re şer
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke nêzî gundê Zorxirma ê dikeve Rojavayê Kobanê kirine.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke nêzî gundê Zorxirma ê dikeve Rojavayê Kobanê kirine.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke nêzî gundê Zorxirma ê dikeve Rojavayê Kobanê kirine. Navenda Çapeneniya YPG’ê destnîşan kir ku bi êrîşan re şer destpê kir û wiha got: “Di van şeran de 2 şervanên Ehrar Cerablûs şehîd ketin. Têkildarî kuştî û birîndarên çeteyan agahiyên zelal nehatin bidestxistin.”
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “10’ê Gulanê di navbera saetên 12:00 - 12:30'an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê.
Çeteyên DAIŞ’ê heman rojê saet 21.00'an de li dijî rojhilatê gundê Qereqozax a giredayî Kobanê û di navbera saetên 2:00 - 22:30'an de jî li dijî gundên Borêz û Ebrê yên dikevin Rojavayê Başûrê Kobanê bi çekên giran êrîş lidarxistin.
10’ê Gulanê saet 11:00'an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî bendava Tişrîn a giredayî Kobanê êrîşek bi çekên giran li dar xistin. Êrîşên çeteyan bi navber heta saet 24:00'an dewam kirin.
11’ê Gulanê (îro) saet derdora 09:00'an de çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin li ser nuqtekî nêzîkî gundê Zormixar a dikeve Rojavayê Kobanê û ji aliye hêzên Ehrar Cerablûs a di nava QSD de cih digre tên parastin. Di vê nuqtêya ku nêzî Pira Cerablûs û sînorê Bakurê de ye, şer qewimîn. Êrîşê çeteyan hatin şikandin û piştî şer neçar man ji qadê birevin. Di van şerên hatin jiyîn de 2 şervanên Ehrar Cerablûs gihiştin şehadetê. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatin zelalkirin.”