YPS'ê encama çalakiyên li Nisêbîn û Wanê eşkere kir

YPS'ê da xuyakirin, ku di çalakiyên li Nisêbîn û Wanê de gelek çeteyên Qesrê hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiyên dawî yên li Nisêbîn û Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

NISÊBÎN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 10'ê Gulanê dema çeteyên Qesrê diketin hundirê du xaniyên li Nisêbînê yekîneyên wan ên taybet çalakiyeke sabotajê pêk anîn e û di encamê de 4 çete yên Qesrê hatine kuştin. Koordînasyona YPS'ê diyar kir, hejmara kuştî û birîndarên hêzên dewletê zêdetir in û ew ê piştre agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bikin.

Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiyên li Nisêbînê ev agahî hatin dayîn: "Roja 9'ê Gulanê, di encama derba yekîneyên me de, li ser rêya Çaxçaxê jendermeyekeî tîmên taybet hatiye kuştin. 

Heman rojê piştî nîvro, li nêzî parka zarokan a li aliyê Weysîka, komek ji 7 çeteyên Qesrê ketin hundirê xaniyekî û di vê kêliyê de çalakiya sabotajê hat lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên vê komê nehat zelalkirin. 

Li vê herêmê, jendermeyekî tîmên taybet dema hewl dida malekê bişewitîne, bû hedefa yekîneyên me û di encama derbên bi çekên ferdî de ev çete bi giranî birîndar bû."

WAN

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê di daxuyaniya xwe de li ser çalakiya 10'ê Gulanê ya li Wanê jî ev agahî da:

"Saet di 09:30 de, li taxa Xaçortê ya ser bi navenda Wanê, ji bo bîranîna hevalê Şehîd Cîger Malazgîrt çalakiyek hat lidarxistin. Dema maşîneke zirxî derbas dibû, yekîneyên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encamê de gelek çeteyên Qesrê hatin kuştin. Her çend medya dijmin ragihand ku 3 polîsên tîmên taybet mirine jî, hejmar ji vê gelekî zêdetir e."