Rojava ji dewleta Tirk re got: Bes êrîş bike; em ê bêdeng nemînin!

Kordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava li ser sûcên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kordînasyona Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê da û destnîşan kir, ku ew ê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û li qada navneteweyî bikevin nav ahewldanan.

Kordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava li ser sûcên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevî hewldanên ji bo sivik kirina aloziya Sûriyeyê, tevî hemû hewldanên Rêveberiya Xweser ên derxistina projeyên ji bo çareseriyê, tevî israrkirina mezin a parastina rastiyê, tevî hewldanên ku herêmên me yên sînor  herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên bi Tirkiyeyê re ku ji seranserî dirêjahiya Sînorê Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re pêk tê, aram û ewle bimînin jî, lê mixabin em helwestên cuda ji hikûmeta Tirkiye li ser sînorê ku ji rojavayê Efrînê heta sînorê Iraqê bi Rojava ve dirêj dibe, dibînin. Hikûmeta Tirkiye dest bi kuştin, lêdan û hepiskirina welatiyan kiriye.Heta gihiştiye astekê ku hêzên dewleta Tirk li seranserî sînor di gelek xalan de sînorê dewletan tecawiz bike. Hikûmeta Tirkiye tenê bi derbas kirina komên çete di sînor re sînordar nema, ew bêser û ber baregehên hêzên parastinê  û herêmên ku  sivîl lê hene, topbaran dike.Ji ber topbaranê jî bi dehan welatiyên me li Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê şehîd bûn."

Di berdewamiya daxuyaniyê Kordînasyonê bang li hikûmeta Tirkiye tê kirin ku rêzê ji têkiliyên cîrantiyê re bigir û wiha didome: "Ev kiryarên ku AKP`ê pêk têne, kiryarên ku ji aliyê hikûmeta Tirkiye ve li ser herêmên me hatine pilan kirine.Ew destwerdanek dijminane  ava dike û ev yek di karûbarên hindirîn ên herêmê me de nayê pejirandin.Me bi hemû derfetên xwe têkiliyên cîrantiyê û ewlehiya sînor parast. Em bang li hikûmeta Tirkiye dikin ku dest ji van kiryarên xwe berde û rêzê ji têkiliyên cîrantiyê re bigire."

Di dawiya daxuyaniya Kordînasyonê de kiryarên dijmirovahî yên ku ji ber wê sivîl dibin qurbanî hatin şermezar kirin û hat gotin, "Em tekez dikin ku em ê li hember van kiryarên hikûmeta Tirkiye yên dijîmirovahiyê pêk tên, bê deng nemînin û em ê van kiryaran bi belgeyan bigihînin dadgehên navneteweyî yên peywendîdar weke Netewên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlekariyê û Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî terorî. Da ku sînorekî ji van kiryarên dijminane ku  gefan li ewlekariya herêmê giştî dixwe re deyne û bi taybet di her kêliyekê de Sûriye hewcedarî aramî  û agirbestê ye."