Ji bo Doner ê YPG’yî mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Erdal Doner ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û nasnameya wî hefteya derbasbûyî hat eşkerekirin, li Wanê mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG'ê Erdal Doner ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û nasnameya wî hefteya derbasbûyî hat eşkerekirin, li Wanê mewlûd hat dayîn.
Mewlûd li konê sersaxiyê yê li taxa Halîl Aga hat dayîn. Li mewlûdê Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yakûp Ataş û Gulîstan Orhan, Cîgirê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Metîn Kûtaz, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, Hevserokên MEYA-DER û TUYAD-DER'ê yên Wanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA'yê û şêniyên herêmê amade bûn.
Cîgirê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Metîn Kûtaz li vir peyivî û diyar kir, ti hêz nikare vîna gelê Kurd bişikîne. Kûtaz got, "Davûtoglû jî mîna Serokwezîrên beriya xwe heman soz da, lê dema ji wî jî nehat ku vîna Kurdan bişikîne, hat şandin."
Xizmên şervanê YPG'ê Doner jî spasiya beşdaran kirin. Mewlûd bi belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.