Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di jêrzemînên wahşetê ya Cizîrê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin, li navçeya Qilebanê ji aliyê hezaran ve bi strana "Sê jinên azad" ku wasiyeta wê bû hate definkirin. Bavê Yuksel Abdulkerîm Urun di merasîma cenazeyê de axivî û anî ziman ku Asya Yuksel bi berxwedana xwe bû sembola serhildana Cizîrê û wiha got: "Asya keça gelê kurd e û dayika gelê kurd e. Asya ji bo azadiya Kurdistanê heya dawiyê li ber xwe da. Em bi Asya serbilindin.
Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel, ku li jêrzemînên hovîtiyê yên li Cizîrê hat qetilkirin û cenazeyê wê piştî 3 mehan ji gundê Hoserê yê navçeya Cizîrê ku bi şaşitî hatî definkirin ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin, bi dirûşme û tilîliyan ve li navçeya Qilebanê ya Şirnexê cihê ku ji dayik bûye hate definkirin. Tevî ku ji bo veşartina cenaze destûrname ji dozgeriyê hat wergirtin jî, polîsên Tirk nehiştin wesayîta cenaze derbas bibe. Li hember astengiyên polîsan cenazeyê Yuksel li ber quntarên çiyayê Cudî bi konvoyekê ber bi navçeya Qilebanê ve hat şandin. Li gund û bajarokên li ser rêya Qilebanê bi girseyî û dirûşmên "Şehîd namirin" cenazeyê Yuksel hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Yuksel li bajarokê Sêgirkê ya Qilebanê ji aliyê sedan wesayitan ve hate pêşwazîkirin û ber bi navçeya Qilebanê ve hat şandin.
BI STRANA 'SÊ JINÊN AZAD' HAT OXIRKIRIN
Darbesta Yuksel li taxa Qulhesnan a bi ala PKK'ê hat xemilandin li ser milên jinên hevalên wê birin mala wê û ji aliyê malbata wê ve hate hembêzkirin. Zarokên Yuksel û dayika wê bi demekê dirêj xwe li darbestê verandin û hêstirên xwe li ser darbestê rijandin. Cenazeyê Yuksel dîsa ji aliyê jinên hevalên wê û dayikên şehîdên têkoşîna azadiyê ve li ser milan bi meşekê girseyî ber bi goristana taxa Çeman ve hat birin. Bi hezaran welatiyên tevlî meşê bûn, strana "Sê jinên azad" ku wasiyeta Yuksel a piştî li navçeya Silopiya qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li malbata xwe kirîbû hate gotin. Di meşê de wêneyên Yuksel ji aliyê dayikên şehîdên tekoşîna azadiyê ve hate hilgirtin û sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Her wiha girse bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Hevrê Asya namire" û "Şehîd namirin" berz kirin û jinên hevalên Yuksel jî bi tilîliyan heya goristanê meşiyan.
Merasîma cenaze bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêz girtinê bi demekê dirêj tilîliyên jinan li çiyayên derdora navçê deng vedan. Hevserokê HDP'ê ya Qilebanê Mesût Paksoy di merasîmê de axivî û got ew di şexsê Yuksel de bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên xwerêveberiyê ditewînin. Paksoy anî ziman ku Yuksel pêşengiya berxwedana xwerêvebriyê ye û got: "Hevrê Asya bi xwîna xwe û berxwedana xwe tekoşîna azadiya bilind kiriye. Em jî soz didin hevrê Asya û şehîdên serhildanê, em ê tekoşîna wan bi biryardariya wan bidomînin."
'EM BI ASYA SERBILIND IN''
Bavê Yuksel Abdulkerîm Urun jî spasiyên xwe pêşkeşî girseyê kir û : "Asya can e, Asya serhildan e. Asya dayika Jiyan e, dayika Şivan e. Asya keça we hemû ya ne, dayika we hemû ya ne. Her kesek ji me re Asya ye. Asya bi berxwedana xwe bû nîşaneya serhildanê. Asya ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe da. Em bi Asya serbilind in. Şehîd namirin."
Piştî axaftinan Yuksel li goristana taxa Çeman li ber gora birayê xwe Necmettîn Urun ku di sala 1995'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin bi kefiya wî û gulan ve hate definkirin. Merasîma cenazeya Yuksel bi dirûşmayan û çepikan dawî bû.