'Girê Spî bi Xwerêveberiya Demokatîk ve bi pêş de diçe'
Hevseroka Xwerêveberiya Girê Spî Mûstafa diya rkir, bi Xwerêveberiyê ve nêzîkatiya kevneperest a navbera gelan û nêzîkatiyên neyînî yên li hemberî jinan ji holê rabûne.
Hevseroka Xwerêveberiya Girê Spî Mûstafa diya rkir, bi Xwerêveberiyê ve nêzîkatiya kevneperest a navbera gelan û nêzîkatiyên neyînî yên li hemberî jinan ji holê rabûne.
Hevseroka Xwerêveberiya Girê Spî Leyla Mûstafa diya rkir, bi Xwerêveberiyê ve nêzîkatiya kevneperest a navbera gelan û nêzîkatiyên neyînî yên li hemberî jinan ji holê rabûne.
Girê Spî, ku ji şêniyên Kurd, Ereb, Ermenî û Tirkmen pêk tê, bi rizgarbûna ji çeteyên DAIŞ'ê û bicihbûna sîstema xweseriya demokratîk ve, biratiya gelan ji nû ve dafirîne. Yek ji hevserokên rêveberiya Girê Spî ji gelê Ereb a din jî ji gelê Kurd e. Hevserok Leyla Mûstafa li ser rewşa heyî ya Girê Spî ji ANF'ê re axivî.
Mûstafa bibîr xist, ku Girê Spî di 6'ê Hezîranê de bajarok ji çeteyan hat rizgarkirin û hefteyek piştî azadbûnê heyeta Rûspiyan hat avakirin. Mûstafa da xuyakirin, ku piştre Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî, ku hem ji vê heyetê hem jî ji gelên bajarok pêk tê, di 21'ê Cotmeha 2015'an de bi awayekî fermî hat avakirin û Rêveberiya Xwese ji bo Girê Spî dest bi akr kir.
Mûstafa bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê bajar kiribû xirbe, tora elektrîkê xera kiribû, dînamoyên ji bo derxistina avê dizîbûn û got, "Ev der veguherîbû bajarekî mirî. Ji vê rewşê jiyaneke nû hat afirandin. Bi karekî hevkar jiyan ji nû ve hat zindîkirin. Zarok li dibistanan vegeriyan. Hem li nava bajêr hem jî li gundan xizmet hat dayîn. Pirsgirêkên elektrîk û avê hat çareserkirin."
Mûstafa da zanîn, mirovên ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyabûn, bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk re li cih û warên xwe vegeriyane û got, "Li vî bajarokî rewşeke gelekî hesas derxistibûn holê. Bi ragihandina Xwerêveberiya Demokratîk re, di çarçoveya feraseta neteweya demokratîk ev hesasiyet ji holê hatin rakirin. Feraseta rêveberiya xweser hat qebûlkirin û bi xurtî tê rûniştandin."
'DEWLETA TIRK HEM ÊRÎŞ KIR, HEM JÎ ÇETE DA ÊRÎŞKIRIN'
Leyla Mûstafa da xuyakirin, ku piştî îlana xweseriya demokratîk, dewleta Tirk hewl da bandorê li bajarok bike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji aliyê din ve jî ji qereqolên xwe top û gule barand. Nehişt mirovên li herêmên nêzî sînor dimînin, li zeviyên xwe bixebitin û çandiniyê bikin. Gule li mirovan reşand û sivîl qetil kir. Ji aliyekî din ve jî hewl da YPG'ê tehrîk bike. Û bi vî rengî xwest êrîşa xwe ya li hemberî bajarok meşrû bike. Dema çeteyên DAIŞ'ê li vê derê bûn gule bernedida. Berevajî, hevkarî bi wan re dikir. Lê belê dema Rêveberiya Xweser hat ragihandin, dest bi tehrîkê kir.
Di 27'ê Sibatê de çeteyên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk ketin nava bajêr. Di vê provokasyon û vî şerî de sekna gel gelekî girîng bû. Gelê li bajarok dijî nerazîbûneke mezin nîşanî çeteyan da. Ti ji welatiyan li hemberî Rêveberiya Xweser rahenişt çekê. Ev yek jî mînakeke girîng e ji bo daxwaza jiyana bi hev re û biratî ya gelan."
'NÊZÎKATIYA LI CIHÊRENGIYAN Û JINÊ GUHERÎ'
Der barê guhertina Rêveberiya Xweser li Girê Spî rê li ber vekir de Hevserok Leyla Mûstafa got, "Xweseriya Demokratîk ji her alî ve nû bû. Bi hezaran salan li vê derê sîstemên cuda û zîhniyeta dewletparêz serdest bû. Feraseteke ku ne ji hev qut dikir, li hemberî hev dikir dijmin, hebû. Lewma Xwerêveberiya Demokratîk li vê xakê, bi taybetî ji bo Girê Spî rewşeke nû bû. Li Girê Spî çar gelên girîng dijîn. Ev gel bi xurtî bi tebîet û kevneşopiyên xwe ve girêdayî ne. Cihê jinê di nava jiyana berê de tine bû. Destûr nedihat derkeve derveyî malê."
Mûstafa got, "Tevî zor û zehmetiya qebûlkirina hev a gelan, di nava gelê Kurd de jî zehmetiyeke mezin hebû. Gelê Kurd bi xurtî bi çanda eşîrî ve girêdayî ye. Bi kevneşopiyên xwe ve dijî. Her tim bi feraseta 'gelo xelkê çi bêje' dijî. Di warê bidestxistina rewşeke nû de, gelekî bi kevneperestî tevgeriyan, her tim tebîetên xwe yên berê danîn pêşiya me. Dema jinê cihê xwe di nava xebatên şoreşê de girt, ewilî erênî pêşwazî nekirin, mîna ku ew biçûk hatiye xistin, fikirîn. Lê belê sekna jinê, pêşvebirina xebatê bi pêşengiya jinê, hemû pêşhikmunên di mejiyan de xera kir. Malbat êdî keên xwe tînin. Ev yek jî serketina feraseta Xwerêveberiya Demokratîk e."
'WÊ NIKARIBIN ŞOREŞÊ BIFETISÎNIN'
Mûstafa bal kişand ser ambargoya li ser Girê Spî û got, "Gelê Girê Spî gelekî jêhatî ye. Bi derfetên xwe ve hewl dide ambargoyê pûç bike." Mûstafa ragihand, ku gel û Xwerêveberiya Demokratîk ji bo rakirina zehmetiyên ji ber ambargoyê û girtina deriyê sînor derketiye holê, tedbîran werdigire û got, "Bi projeya sîstema federal a demokratîk re êrîşên ji bo fetisandina şoreşê zêde bûn." Leyla Mûstafa da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji şoreşa li Rojava ditirse û got, "Difikire ku wê bandorê li Bakur bike. Lewma hemû derî girt û destekdarê xwe hkûmeta Barzanî jî xist nava tevgerê. Çi dikin bila bikin, wê nikaribin şoreşê bifetisîne, wê nikare gelan bike dijminê hev."