Mirovên di teqîna li Amedê jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin
Cenazeyên Zafer Kolûman, Mehmet Argul û endamê Meclîsa Şaredariya Bismilê Tûfan Tûnç ên di çalakiya li dijî wesayîta servîsa polîsan de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin.
Cenazeyên Zafer Kolûman, Mehmet Argul û endamê Meclîsa Şaredariya Bismilê Tûfan Tûnç ên di çalakiya li dijî wesayîta servîsa polîsan de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Bismilê Tûfan Tûnç û welatiyên bi navê Zafer Kolûman û Mehmet Argul ên duh li Bismila Amedê hatibûn binçavkirin û ew anîbûn bajêr. Ji bo venêrîna tenduristiyê dema ew dibirin nexweşxaneyê li hemberî wesayîta servîsê ya polîsan de teqînek pêk hat û di wê teqînê de Tûnç, Kolûman û Argul jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî karên otopsiyê duh cenazeyên wan ji aliyê malbatên wan ve ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hatin wergirtin. Cenazeyê Argul li navçeyê, yê Tûnç li Haciya Kurda hatin definkirin.
Cenazeyê Zafer Kolûman jî hevşaredarên Bismilê, endamên Meclîsa Şaredariyê, rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de ji aliyê bi hezaran ve li Haciya Tirka hat definkirin.