Çeteyên Qesrê li Şirnexê bajêr bomberdûman dikin, malan hildiweşînin
Êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê li Şirnexê dewam dikin. Çete ji aliyekî de bajar bombe dikin ji aliyê din jî bi teqemeniyan mal û kargehan hildiweşinin.

Êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê yên li Şirnexê di roja 58. de bi bomberdûmana li hember bajêr dewam dikin. Bomberdûmana li hember taxên Bahçelîevler, Yenî, Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê dijwar dibin. Li gelek nuqteyên bajêr şerên dijwar diqewimin. Ji cihên ku bi tank, top û obusan tên bomberdûmankirin dûman bilind dibin.
Hat dîtin ku çeteyên Qesrê li Karayollari Bakim a dikeve navbera Taxên Bahçelîevler û Yenî de teqemeniyan di malan de bi cih dikin û diteqînin. Hêzên çekdar ên Qesrê derdora emniyeta kevin û Karayollari Bakim, herêma derdora Hekîmevî ya ku wek baregehê bi kar tînin, teqemeniyan li gelek mal û kargehan bi cih dikin û diteqînin.
Li gelek nuqteyên bajêr di navbera hêzên YPS/YPS-JIN’ê û çeteyên Qesrê de şerên dijwar diqewimin.