Gunduz Akmeşe li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Gunduz Akmeşe ya di berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Sûr a Amedê di 16’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest dabû û bi mehan cenazeyê wê nehat dayîn, li Amed a ku di oxira wê de can xwe da, hate definkirin.

Gunduz Akmeşe ya di berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Sûr a Amedê di 16’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest dabû û bi mehan cenazeyê wê nehat dayîn, li Amed a ku di oxira wê de can xwe da, hate definkirin.  Her wiha Emre Akmeşe yê ji bo cenazeyê hevjîna xwe bigire di çalakiya nobedê de cih digirt, wiha got: “Ev 4 meh in li benda te me.”

Cenazeyê Guduz Akmeşe ya di 16’ê Çileyê di berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Sûr a Amedê de jiyan xwe ji dest da û 2 mehan wergirtina wê hat astengkirin, li goristana şaredariya Dîlokê hatibû definkirin. Piştî mînaka testa DNA’yê, malbatê cenaze girt û anîn Amedê. Dema ku cenaze anîn Goristan Yenîkoyê, hevjîna wê Emre Akmeşe û dayika wê Fatma Akmeşe, wêneyê wê hembêz kirin û gotin “Em li benda te ne.”

Di merasîma cenaze de Parlamentera HDP'e ya Amedê Feleknas Ûca, rêveberên MEYA-DER, DBP û HDP'ê, malbatên ku zarokên wan li Sûrê jiyana xwe ji dest dabûn jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Di merasîmê de dem bi dem dirûşmên wekî "Kujer Erdogan", "Bijî Berxwedana Sûrê" û "Bijî Berxwedana YPS'ê" hatin berzkirin.

LI GEL ERDAL TEKIN HAT DEFINKIRIN

Cenazeyê Akmeşe ku bi ala PKK'ê hatibû pêçan, li gel Erdal Tekîn ê di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.

'PARÇEYEKÎ MIN ÇÛ'

Piştî merasîmê hevjîna Gunduz Akmeşe, Emre Akmeşe gora hevjînê xwe hembêz kir û ev tişt got: "Xwedê mafê te ji wan re nehêle. Ez 4 meh in li benda te me. Parçeyekî min çû. Roja ku tu çûyî deriyê mala min girtî ye" û demek dirêj ji ser gora hevjînê xwe veneqetiya.

Wê li Mala Sersaxiyê ya Şeqlat a li Taxa Hûzûrevlerî ya Peyasê, serlêdanên sersaxiyê bên qebûlkirin.