Cenazeyê Guneş hat teşxîskirin
Cenazeyê Halît Guneş ê li Sûrê hat qetilkirin û şandin Meletiyê, hat teşxîskirin.
Cenazeyê Halît Guneş ê li Sûrê hat qetilkirin û şandin Meletiyê, hat teşxîskirin.
Cenazeyê Halît Guneş ê di dema berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Amed Sûrê de jiyana xwe ji dest da û rakirin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, bi rengekî korsan hatibû veşartin. Piştî encama testa DNA'yê, cenaze radestî malbatê hat kirin.
Piştî kar û barên 35 rojan dewam kir, malbatê cenazeyê kurê xwe ji goristana bêkesan wergirt.
Tê payîn cenaze di nava rojê de li Goristana Şehîtlîk a li taxa Tekel a navçeya Amed Farqînê bê veşartin.