KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dema ragirtina Kamûran Yuksek hat dirêjkirin
Dema ragirtina Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek, ku gava ji avahiya partiyê derdiket hat binçavkirin, hat dirêjkirin. -
Demîrtaş: Em ê heta dawiyê li hemberî dîkta Qesrê li ber xwe bidin
Demîrtaş li dijî operasyonên qirkirina siyasî banga çalakiyan li gel kir û got, "Em ê li hemberî dîkta Qesrê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê li hemberî êrîşên li dijî siyasetmedar, gel, jin û zarokan li ber xwe bidin." -
Êrîşa çeteyan a li hemberî Şêxler-Zormixar hat şikandin
Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî rojavayê Kobanê kirin, ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hatin têkbirin. Balkêş e, gava çeteyan dest bi êrîşê kirin, dewleta Tirk jî di heman kêliyê de dest bi bomberdûmanê herêmê kir. -
Ji bo Serokatiya ÎHD Amedê Bîlîcî hat hilbijartin
Di civîna Desteya Rêveber a ÎHD Şaxê Amedê de ji bo serokatiya şaxê Amedê careke din Racî Bîlîcî hat hilbijartin. -
Şerê li Şirnexê dewam dike
Li Şirnexê, di navbera çeteyên Qesrê yên hewl didin bikevin nava qadên xwerêveberiyê û endamên YPS/YPS Jinê de li gelek cihan şerekî dijwar diqewime. -
Nivîsandina reşnivîsa hevpeymana civakî ya federaliya demokratîk destpê kir
Nivîsandina reşnivîsa hevpeymana civakî ya Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê destpê kir. -
Li Dersîm û Şirnexê binçav kirin
Li Dersîm û Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin. -
Gerîlayan Gûrbet Aydin bibîr anîn
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ji bo bîranîna Gûrbet Aydin (Ozan Mizgîn) çalakiyek lidar xistin. -
Avesta: Heta Rêber Apo azad bibe, ev têkoşîn wê bidome
Sozdar Avesta: Hem Tevgera Azadiyê hem jî gelê Kurd wê li dora Rêber Apo bibin xelek, berxwedana li dora Rêber Apo mezin bikin û heta Rêber Apo azad bibe wê têbikoş e, li ber xwe bide. -
Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê: Federasyona Rojava destkeftiya tevahî Kurdan e
Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bal kişand ku destkeftiyên li Rojava ji bo siberojê parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê spartekek e, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin ku piştgiriyê bide Rojava û federasyona demokratîk a li hatiye îlankirin. -
Lêkolînek balkêş: Her ku kîlo zêde bûn temen jî mezin bûye
Li Danîmarkayê domahiya 40 salan li ser 100 hezar kesî lêkolîn hatin kirin, di encam de hate tespîtkirin ku ji 1970’an ve kesên qelew hê emir dirêjtir in. -
Dema derbasbûyina wesayîta zirxî teqîn
Li Wanê dema derbasbûyina wesayîta zirxî ya polîsên Tirk de teqîn pêk hat. -
Prof. Dr. Ahûnbay: Rakirina Heskîfê ji şûna xwe ne aqilane ye
Prof. Dr. Zeynep Ahûnbay a di karê kolandin û sererastkirina qadên dîrokî yên Heskîfa kevnare de cih girtiye got, rakirina van berhemên dîrokî ji şûna xwe, ne tiştekî aqilane ye. -
Polîsan bi ser mala Yuksek û Buroya DBP’ê de girtin
Çeteyên Qesrê, îro bi ser mala Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek yê ku dema ji Buroya Şêwirmendiya DBP’ê derket hate binçavkirin de girtin, lêgerînê dikin. -
Li Şirnexê ambûlansan vediguhezînin qadên şer
Li Şirnexê, taxên berxwedanê bi awayekî dijwar tên bombekirin. Her wiha li gelek nuqteyên şerên dijwar diqewimin, gelek ambûlans sewqî qadên şer hatin kirin. -
Li Wanê çeteyên Qesrê ciwanek bi derbkirinê binçav kirin
Çeteyên Qesrê di êrîşa li hember Taxa Xaçort a Wanê de ciwanek derb kirin û xistin bin çavan. -
Saziyên Elewî yên li Stenbolê rêwiyên Gurgumê ne
Piştgiriya bi berxwedana li Teranê hatiye destpêkirin didome. Saziyên Elewiyan ên li Stenbolê di nava xwe de pêkhateyek ava kirin, wê di 13'ê Gulanê de bi dirûşma "Dest nede Jiyana min, Gurguma Min û Qada min" wê ji bo piştgiriyê biçin Teranê. -
Altûnkaynak û Akyon piştî 21 salan hatin definkirin
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê hestiyên Davût Altûnkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî piştî 21 salên binçavkirin û qetilkirinê, hatin definkirin. -
Kêliyên piştî teqîna li Amedê
Li Amedê di riya ku diçe 7'emîn Qolorduya li pêşiya Baxçeyê Çayxaneya Batikentê, dema derbasbûna wesayîta zirxî ya polîsên Tirk de teqînek pêk hat. Li gorî çavkaniyên dewleta Tirk di teqînê de 9 kes hatin kuştin û 42 kes jî birîndar bûne. -
Çeteyê Qesrê bi kuştinê gef li nûçegihana DÎHA’yê xwar!
Li Amedê nûçegihana DÎHA’yê Diyar Balkaş dema ku geşedanên têkîldarî çalakiya li dijî wesayîta zirxî ya polîsên Tirk dipoşand, çeteyên Qesrê ew li erdê dirêj kirin û bi kuştinê tehdîd kirin. -
Ji Dîlokê 3 cenaze şandin Amedê
Li Sûrê ji 18 cenazeyên ku anîbûn Dîlokê 3 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û şandin Amedê. -
Çeteyên Qesrê li Şirnexê dergehên baweriyê bombe dikin
Çeteyên Qesrê heta niha jî li Şirnexê dergehên baweriyê û cihên dîrokî bombe dike û hewl dide bixe stûyê YPS’ê. Dema çeteyên Qesrê Mizgefta Geylanî bombe kirin, wêne hatin kişandin. -
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek li Amedê hate binçavkirin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek dema ji Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’a Amedê derdiket, hate binçavkirin. -
Li Amedê dema derbasbûyina wesayîta polîsan teqîn
Li Amedê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqînek qewimî. Hat diyarkirin ku gelek kuştî û birîndarên Tirk hene. -
Cenazeyê Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Yuksel hate teşxîskirin
Cenazeyê Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hatibû şewitandin, piştî 3 mehan hate teşxîskirin.