Ji Dîlokê 3 cenaze şandin Amedê
Li Sûrê ji 18 cenazeyên ku anîbûn Dîlokê 3 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û şandin Amedê.
Li Sûrê ji 18 cenazeyên ku anîbûn Dîlokê 3 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û şandin Amedê.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ji 18 cenazeyên ku di 31'ê Adarê de anîbûn Dîlokê, ji wan 5 cenaze bi testa DNA'yê hatin teşxîskirin. Ji cenazeyên ku li Goristana Yeşîlkentê di 16'ê Nîsanê de hatin definkirin malbatên Mehmut Orûç, Tûrgay Gîrçek û Cîhat Morgul hatin Dîlokê. Malbatên ku zarokên xwe teşxîs kirin, piştî belgeyên hatin amadekirin bi parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan û rêveberên MEYADER'ê re çûn goristanê û cenazeyên ku hatibûn definkirin wergirtin.
Malbatên ku ber bi Amedê ve derketin rê wê cenazeyan li Goristana Yenîkoyê defin bikin.
Tê payîn ku malbatên Gunduz Akmeşe û Halît Guneş sibehê bêne Dîlokê.