Prof. Dr. Ahûnbay: Rakirina Heskîfê ji şûna xwe ne aqilane ye
Prof. Dr. Zeynep Ahûnbay a di karê kolandin û sererastkirina qadên dîrokî yên Heskîfa kevnare de cih girtiye got, rakirina van berhemên dîrokî ji şûna xwe, ne tiştekî aqilane ye.

HES û bendavên li Bakurê Kurdistanê di bin navê 'ewlekariyê' de tên plankirin û çêkirin, rê li ber felaketên xwezayî, dîrokî û çandî vedikin. Bi Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin ve, tê xwestin ku Heskîfa 12 hezar salî di nava avê de bê hiştin. Ji Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Zeynep Ahûbay a di nava xebatên kolandinê yê Heskîfê de cih digire, da xuyakirin ku wê di karê kolandin û sererastkirina Kuliya Sûltan Suleyman a di sedsala 14'an de hatiye avakirin cih girtiye û diyar kir, ji bilî minareya mizgefta Kuliye, wê hemû qadên dîrokî di nava avê de bimînin û tine bibin.
Ahûnbay ji ANF'ê re axivî û dstnîşan kir, ku li şûna rakirina berhemên dîrokî ji şûna xwe, divê bendav neyê çêkirin.
Prof. Dr. Ahûnbay got, "Ya ku di serdema Hikumdariya Eyûbî de hatiye avakirin Kuliya Sûltan Suleyman e. Li hewşa vê navenda perwerdeyê ya di sedsala 14'an de hatiye avakirin mizgeft, medrese û tirbe hene. Ji bo ji ava Bendava Ilisûyê rizgar bikin, difikirin ku minareya mizgeftê ya li hewla zanîngehê ji wir bibin cihekî din. Li gorî min ne rast e ku berhemên dîrokî ji şûna xwe bên rakirin. Cihê vî parçeyê mezin ê kuliye ev der e. Eger hûn minareya mizgeftê bi tenê bibin cihekî din, ew minare nayê ti wateyê. Lewma divê bi temamî li şûna xwe be û neyê rakirin."