Çeteyê Qesrê bi kuştinê gef li nûçegihana DÎHA’yê xwar!
Li Amedê nûçegihana DÎHA’yê Diyar Balkaş dema ku geşedanên têkîldarî çalakiya li dijî wesayîta zirxî ya polîsên Tirk dipoşand, çeteyên Qesrê ew li erdê dirêj kirin û bi kuştinê tehdîd kirin.

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Diyar Balkaş dema ku li Amedê geşedanên têkîldarî çalakiya ku li dijî wesayîta zirxî ya polîsan Tirk dişopand, ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate astengkirin. Polîsên Qesrê nûçegihana DÎHA’yê li erdê dirêj kirin û kameraya wê desteser kirin. Çeteyê Qesrê gefa "Ez ê guleyan li serê te bireşînim, ti kes jî tiştekî ji min re nabêje. Heta 3'yan ez ê bijmêrim, heke tu neçî ez ê te bikujim" li nûçegihana DÎHA’yê xwar.
Her wiha, polîsên Qesrê karta çapemeniyê ya nûçegihanê jî şikandin.