Çeteyên Qesrê li Şirnexê dergehên baweriyê bombe dikin
Çeteyên Qesrê heta niha jî li Şirnexê dergehên baweriyê û cihên dîrokî bombe dike û hewl dide bixe stûyê YPS’ê. Dema çeteyên Qesrê Mizgefta Geylanî bombe kirin, wêne hatin kişandin.

Çeteyên Qesrê li Şirnexê bombekirinên xwe yên li dijî dergehên bawerî, cihên dîrokî, saziyên gelemperî û nexweşxaneyan didomîne. Hêzên dewletê her wiha cihên ku dişewitînin û wêran dikin jî bi rêya çapemeniya alîgir ve hewl didin nêrînê ava bikin û bixin stûyê endamê YPS û YPS-JIN’ê.
Hêzên dewletê beriya niha jî gelek mizgeft û qursên Quranê bi top, obus û teqemeniyan bombe kiribûn, îro jî berê xwe dan Mizgefta Geylanî ya li Taxa Yenî û dan ber bombeyan. Dema çeteyên Qesrê bi obusên ji Gumuştepeyê ve mizgeft da ber bombeyan bi kamerayan hatin kişandin.
Çeteyên Qesrê yên mizgeft û avahiyên li derdor bi saetan dan ber bombeyan, bêyî cudahiyê bixe navbera dergehên bawerî, nexweşxane, saziyên gelemperî û warên dîrokî, bombekirina bajar didomîne.