Piştgiriya bi berxwedana li Teranê hatiye destpêkirin didome. Saziyên Elewiyan ên li Stenbolê di nava xwe de pêkhateyek ava kirin, wê di 13'ê Gulanê de bi dirûşma "Dest nede Jiyana min, Gurguma Min û Qada min" wê ji bo piştgiriyê biçin Teranê.
Wargeha penaberan a li Gurgumê tê çêkirin, berxwedana li dijî wergehê jî didome. Saziyên Elewiyan di nava xwe de pêkhateyek ava kirin û wê ji bo piştgiriya gelê herêmê di 13'ê Gulanê de bi dirûşma "Dest nede Jiyana min, Gurguma Min û Qada min" wê biçin Teranê û tevlî berxwedanê bibin.
Kesên tevlî berxwedana bi dirûşma "Dest nede Jiyana min, Gurguma Min û Qada min" hatiye destpêkirin bibin, wê ji bo wan li herêma Ewropa û Anatolyaya Stenbolê otobus bên rakirin.
Maşînên li herêma Ewropayê saet di 20.30'an de wê ji herêmên wekî: Dergeha Garîp Dede, Mala Cemê ya Okmeydani û Gaziyê, Yeşîlkent, Alîbeykoy, Komeleya Hacî Bektaş a Yenîbosna, Mala Cemê ya Armutlu, Mala Cemê ya Zeytînburnu a PSAKD'ê, rabin.
Li herêma Anatoliyayê jî wê saet di 21.30'an de ji Sarigazî, 1'ê Gulanê (1 Mayıs), Gulsuyu, Mala Cemê ya Sultanbeylî a PSAKD'ê, Mala Cemê ya Gebzeyê ya PSAKD'ê û li pêşiya DAD'ê ya Tuzlayê, maşîne bên rakirin.