Gerîlayan Gûrbet Aydin bibîr anîn
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ji bo bîranîna Gûrbet Aydin (Ozan Mizgîn) çalakiyek lidar xistin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ji bo bîranîna Gûrbet Aydin (Ozan Mizgîn) çalakiyek lidar xistin.
Ji fermandarên YJA Starê Nûjîn Makû li merasîmê axivî û diyar kir, ku ew ê şopdarên şehîdan bin. Makû got, "Di şexsê Şehîd Mizgîn de em hemû şehîdên meha Gulanê bibîr tînin û dibêjin, ku em ê şopdarên wan bin."
Makû di heman demê de bal kişand ser aliyê hunermendî yê gerîla Mizgîn û got, "Hevala Mizgîn, jiyana gerîla ji hunerê cuda nenirxand. Bi stranên xwe şer kir. Ji bo gel ruhekî cuda afirand. Ji her kesî re bû mînaak hunera rastî."
Makû di dewama axaftina xwe de got, "Hevala Mizgîn baş fêm kiribû ku huner nikare ji kedê, ji rastiya gel bê qutkirin. Ev yek di stranên xwe de, di awaza xwe de nîşan da. Êş û rastiya gel yanî heqîqeta gel nîşan da."
Makû herî dawî got, "Divê huner karibe rastiya civakê nîşan bide. Heval Mizgîn bi vî rengî nêzî hunerê bû."
Gerîlayan piştre stranên Gûrbet Aydin gotin.