Li Amedê dema derbasbûyina wesayîta polîsan teqîn
Li Amedê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqînek qewimî. Hat diyarkirin ku gelek kuştî û birîndarên Tirk hene.
Li Amedê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqînek qewimî. Hat diyarkirin ku gelek kuştî û birîndarên Tirk hene.
Li Amedê dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqînek qewimî. Hat diyarkirin ku gelek kuştî û birîndarên Tirk hene.
Li Amedê di riya ku diçe 7'emîn Qolorduya li duriyana Batikentê ya navçeya Yenîşehîrê, li ber Dibistana Îmam Xatîbê ya Şehît Albay Gurel Ekîncî dema ku wesayîta zirxî ya polîsan derbas dibû teqînekî dijwar çêbû. Piştî teqîna ku li hemû bajar hate bihîstin, gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Bi teqînê re wesayît hate rewşa ku nikare bê bikaranîn li welatiyên derûdorû dorê jî birîndar çêbûn.
Dîsa camên gelek wesayît û malan jî şikiyan. Piştî teqînê demeke kurt dengê çekan hat, gelek polîs hatin cihê bûyerê. Piştî teqînê li bajar tevgera halîkopter û balafiran çêbû.
Hate diyarkirin ku wesayîta bombebarkirî bûye sedema teqînê.
Li gorî agahiyên çavkaniyên Tirkan, 9 polîs hatine kuştin, 13 polîs jî birîndar bûne.
Her wiha polîsên Tirk çûyîna wesayîtan a Sûrê asteng dikin, li Rezanê jî bi bomeyên gazê êrîşî gel dikin.