Avesta: Heta Rêber Apo azad bibe, ev têkoşîn wê bidome

Sozdar Avesta: Hem Tevgera Azadiyê hem jî gelê Kurd wê li dora Rêber Apo bibin xelek, berxwedana li dora Rêber Apo mezin bikin û heta Rêber Apo azad bibe wê têbikoş e, li ber xwe bide.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta beşdarî bernameya 'Çira Welat' a televîzyona Çira TV bû û mijarên di rojevê de ne nirxand.

Avesta bi bîranîna şehîdên meha Gulanê dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir, ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi ked û lehengiya şehîdan bi pêş de çû û wê bi heman rengî bidome. Avesta got, "Em ê şopdarê mîrateya wan bin."

'GELÊ ME LI BENDÊ YE CPT DAXUYANIYEKÊ BIDE'

Avesta bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serdana CPT a li Îmraliyê û got, "Di encama çalakiyên gelê me de CPT çû Girava Îmraliyê û lêkolîn kir. Lê belê detayên vê serdanê nehatine eşkerekirin."

Avesta da xuyakirin, ku gelê Kurd li benda eşkerekirina rapora CPT ye û got, "Divê ev rapor derhal bê eşkerekirin. Rastî çi be, şert û mercên Rêber Apo lê tê ragirtin çi be, divê yekser bên eşkerekirin. Girîngiya Rêber Apo ji bo gelê Kurdistanê û mirovahiyê tê zanîn. Her kes dizane ku yê dikare vî şerî bisekinîne û çareseriyê bafirîne, Rêber Apo ye. Ji bo bidawîbûna şer divê bi Rêber Apo re hevdîtin werin kirin. Gelê me ev pêvajo bi kedeke mezin bi ser xist. Ji niha û pê ve Hem Tevgera Azadiyê hem jî gelê Kurd wê li dora Rêber Apo bibin xelek, berxwedana li dora Rêber Apo mezin bikin û heta Rêber Apo azad bibe wê têbikoş e, li ber xwe bide."

 'DEWLETA TIRKIYEYÊ DI NAVA KRÎZA SIYASÎ DE YE'

Sozdar Avesta di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bi rengekî wehşî dewam dikin û bal kişand ser berxwedana bêhempa ya li hemberî van êrîşan.

Avesta der barê kesên digotin, "Wê serî bitewînin" de destnîşan kir, ku van kesan bi xwe serî tewandine û ev nirxandin kir:

"Tevgera Azadiyê xwedî tecrûbeya bi salan e. Ev siyaseta dewleta Tirkiyeyê baş fêm kiriye, baş şîrove kiriye û li hemberî vê berxwedaneke mezin nîşan daye. Ev têkoşîn û berxwedan li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye. Derbên mezin li çeteyên qesrê tên xistin. Berxwedanên li Nisêbîn, Şirnex û Geverê 2 meh li dû xwe hiştin. Wan berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê dewr girtin û didomînin. Yên digotin 'wê serî bitewînin' têk çûne."

Avesta destnîşan kir, ku dewleta Tirkiyeyê di nava krîzeyeke siyasî de ye û got, "Sedema vê krîzê jî berxwedan û têkoşîna gelê Kurdistanê ye. Ya ku têk çûye, zîhniyeta AKP'ê ye. Yên ku winda kiriye, ew kesên li dijî gelê Kurd polîtîkaya înkarê dimeşîne. Rewşa derketiye holê nîşan dide, ku Davûtoglû nikariye xwe li ber hêzên mûxalefetê, li ber berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê bigire."

Avesta berxwedana gelê Teroyan a li hemberî çêkirina kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan, ku tevî hemû êrîşan jî didome silav kir û diyar kir, divê gelê Kurdistan û Tirkiyeyê, civaka Elewî ya li herêma Mereşê bi tenê nehêle.

Der barê mijara rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê de Avesta got, "Dixwazin vê siyasetê, vê berxwedana gel têk bibin. Bi vî rengî dixwazin siyasetê terorîze bikin. Lê ew ê bi ser nekevin. Dengê bi mîlyonan mirovan, vîna gel bi vî gelî re ye.

'DIVÊ TÊKOŞÎN BIDOME'

Avesta banga berxwedanê kir û got, "Pêvajoya em tê de ne, wezîfeyên girîng ên têkoşînê dide ser milê me. Pêwîste têkoşîn ne ji bo demeke kurt, bi demdirêjî û li her derê bê meşandin. Girîng e jin û ciwanên Kurd, akademîsyen û rojnamevan xwedî li vê pêvajoyê derkevin."

Avesta da zanîn, ku hemû nirxên wan di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kom bûne û got, "Rêber Apo sedema hebûna me ye. Hebûna me bi hebûna Rêber Apo ve girêdayî ye. Hemû deriyên têkoşînê, deriyên çareseriyê li Rêber Apo vedibin. Pêwîste têkoşîn li dora Rêber Apo were mezinkirin."