Êrîşa çeteyan a li hemberî Şêxler-Zormixar hat şikandin

Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî rojavayê Kobanê kirin, ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hatin têkbirin. Balkêş e, gava çeteyan dest bi êrîşê kirin, dewleta Tirk jî di heman kêliyê de dest bi bomberdûmanê herêmê kir.

Çeteyên DAIŞ'ê saet di 09.00 de ji bajarê Cerablûsê êrîşî çeperên YPG/YPJ'ê yên li gundê Zormixar û bajarokê Şêxlera Jorîn ên 35 km li rojavayê Kobanê ne, kirin.

Li gorî agahiyan ji herêmê hatin bidestxistin,, komeke ji çeteyan bi awayekî veşartî ket herêmê, lê hêzên YPG/YPJ'ê bi wan hesiyan û ew dorpêç kirin. Di şerê dijwar ê li vir de koma çeteyan hate bêbandorkirin. Lê der^barê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di dema şer de çeteyan ji aliyê Cerablûsê jî bi çeken giran herêm topbaran kirin. Li herêmê car carna şer diqewime.

DEWLETA TIRK JÎ DI HEMAN DEMÊ DE ÊRÎŞ KIR

Di vê navberê de, paralelî çeteyan deleta Tirk jî herêma heta gundê Deknîk ê li rojavayê Cerablûsê bomberdûman kir.

Dewleta Tirk bi vê bomberdûmanê ve zorê dide gelê li herêmê, ji bo koç bike.