BI DÎMEN

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê: Federasyona Rojava destkeftiya tevahî Kurdan e

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bal kişand ku destkeftiyên li Rojava ji bo siberojê parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê spartekek e, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin ku piştgiriyê bide Rojava û federasyona demokratîk a li hatiye îlankirin.

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê destnîşan kirin ku Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê destkeftiyên tevahî Kurdan e û ji ber vê jî divê bê destekkirin, wiha got: “Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, divê pişta xwe ne bi dewlet û hêzên dijminê Kurdistanê, bi Kurdan xurt bike.”

Rewşenbîrên Kurd gotin cudahiyên Bakurê Sûriyeyê pir zêde ne û di nav hev de dijîn, anîn ziman ku çareseriya federasyonê ji bo çareserkirina krîza Rojhilata Navîn modela herî baş e.

BÛRHAN HECÎ SULEYMAN: DIVÊ HERKES PIŞTGIRIYA MODELA ÇARESERIYA ROJAVA BIKE

Nivîskarê Rojnameya Hewal Hecî Suleyman ji ajansa me re axivî, diyar kir ku Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo siberoja Kurdan xwedî girîngiyek pir mezin e, wiha got: “Divê her Kurdek piştgiriyê bide federasyona li Rojava.”

Suleyman ani ziman ku “Îlana federasyonê, em baş dizanin ku di encama demek zehmet, têkoşînek zor de derketiye” û destnîşan kir ku ev serkeftin tevî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk û hêzên herêmê derketiye holê.

 ‘NE DIJMIN EM PIŞTA XWE BIDIN XWIŞK Û BIRAYÊN XWE’

Rewşenbîrê Kurd diyar kir ku “Destkeftiyên li Rojava ji bo siberojê parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê jî spartekek e” û wiha bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir: “Piştgiriya federasyona Rojava, berpirsiyariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye jî. Ji ber vê jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê, divê pişta xwe ne bi dewlet û hêzên dijminê Kurdistanê, bi Kurdan xurt bike.”

Suleyman bi bîr xist ku cudahiyên Fedrasyona Bakurê Sûriyeyê pir zêde û di nav hev de ne, wiha dewam kir: Ji ber vê ev ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn modela herî baş e. Bi vê modela çareseriyê ve gelên li herêmê wê karibin bi awayekî wekhev, azad û şîdetê dûr bijîn. Sîstemên siyasî, aborî û civakî dikare di nav vê modelê de pêş bikevin. Çareseriya rast, jiyana adil û hevpar ev e.”

SEYÎD MÛHAMMED: FEDERASYONA ÇARESERIYA HERÎ REALÎST E

Rewşenbîrê Kurd Seyîd Mûhammed jî got, “Di nav şertên herêm û cîhanê de Kurdan wek modela herî realîst federasyon hilbijartin. Ev hilbijartinek gelekî girîng e” û wiha dom kir: “Ez Federasyona Rojava-Bakurê Suriyeyê pîroz dikim. Kurd, dikarin federasyon an jî serxwebûnê îlan bikin. Lê, li gor rewşa heyî modela herî baş federasyon e. Li Rojava, Kurdan bi hêza xwe ve li her cure êrîşê têkoşînek mezin meşandin û federasyon derxistin holê. Mînak, di serî de Kobanê, li seranserî Rojava berxwedanek lehengî pêş ket. Ev berxwedan, ji bo bidestxistina mafên Kurdan dîrokî ne. Ev berxwedan hê jî didome.”

Mûhammed bi lêv kir ku divê hem dewletên herêmê hem jî hêzên navneteweyî divê bi rêzdarî vê pêkhateyê nas bikin, destnîşan kir ku pêwîst e hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê her cure alîkariyê pê re bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ev destkeftiyên tevahî Kurdan e. Ji bo ev destkeftî hê bi hêztir bibe, pêwîst e Hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.”

 

...