Şerê li Şirnexê dewam dike
Li Şirnexê, di navbera çeteyên Qesrê yên hewl didin bikevin nava qadên xwerêveberiyê û endamên YPS/YPS Jinê de li gelek cihan şerekî dijwar diqewime.
Li Şirnexê, di navbera çeteyên Qesrê yên hewl didin bikevin nava qadên xwerêveberiyê û endamên YPS/YPS Jinê de li gelek cihan şerekî dijwar diqewime.
Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê di roja 58. de ye. Li taxên ku ji duh bi şev û vir ve tên bombekirin, danê vê sibehê dengê çekan bilind bû. Çeteyên Qesrê bi çekên giran li hemberî taxên Yenî, Bahçelîevler, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê pêleke nû ya êrîşan dan destpêkirin.
Taxên berxwedanê bi çekên giran ên li ser maşînên zirxî, bênavber tên bombekirin. Li gelek herêmên bajêr şerekî dijwar diqewime. Şer bi taybetî li taxên Yenîmahalle û Bahçelîevlerê giran bû. Tîmên taybet ên dewleta Tirk ên hewl didin bikevin nava van taxan li bin guhê berxwedana YPS'ê dikevin.
Şerê li bajêr dewam dike. Der barê encamên vî şerî de heta niha agahiyeke zelal bi dest neketiye. Gelek ambûlansên çûn herêma şer, piştre berê xwe dan Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor.
Çeteyên Qesrê yên li ser avahiyên bilind ên bajêr bi cih bûne, êrîşî taxên Yenîmahalle, Bahçelîevler û Cûmhûriyetê dikin.
Li bajêr, bi şev jî balafirên keşfê yên bêmirov di nava liv û tevgerê de bûn. Sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr ve jî dewam dike. Gelek maşînên zirxî û cebilxane bi qemyonan anîn bajêr.
Tevî şerê dijwar, li din deverên bajêr bomberdûman jî didome. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek avahiyan ket û hêzên dewleta Tirk nahêlin kes şewatê vemirîne.