Nivîsandina reşnivîsa hevpeymana civakî ya federaliya demokratîk destpê kir
Nivîsandina reşnivîsa hevpeymana civakî ya Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê destpê kir.
Nivîsandina reşnivîsa hevpeymana civakî ya Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê destpê kir.
Komîteya Hevpeymana Civakî ya girêdayî Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê, dest bi nivîsandina reşnivîsa hevpeymana Civakî ya Rojava û Bakurê Sûriyê kir.
Civîna komîteyê li bajarê Dêrikê hat lidarxistin û tevî 9 endamên komîteyê Hevserokê Meclîsa Damezrîner Mensûr Selûm, amade bû.
Di civînê de, Berpirsyara komîteyê Henîfe Hisên axivî û destnîşan kir ku gotubêjkirina li ser reşnivîsa hevpeymana civakî di dema xwe de destpê kir û diyar kir, ku wê hemû xalên reşnivîsê yek bi yek nîqaş bikin.
Tê payîn nîqaşkirin û nivîsandina reşnivîsê çend rojan bidome û dûre pêşkêşî desteya rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava –Bakurê were kirin.