Li Dersîm û Şirnexê binçav kirin

Li Dersîm û Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, didomin. 

DERSÎM

Li navçeya  Pêrtagê ya Dersîmê, hêzên dewleta Tirk duh pîştî dorpêçan bi saetan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Baran Bariş Korkmaz û Haydar Kaya hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê a Navçeyê. 

ŞIRNEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê operasyonên qirkirina siyasî didomin. Polîsên Qesrê , hatin peşiya avahiya Navenda Çandê û Şaredariyê û li vir Hevseroka HDP’ê yê Navçeyê Ayten Erdem binçavkirin. Erdem, birin Midûriyeta Emniyetê a Navçeyê.