Altûnkaynak û Akyon piştî 21 salan hatin definkirin
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê hestiyên Davût Altûnkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî piştî 21 salên binçavkirin û qetilkirinê, hatin definkirin.

Di navbera dîrokên 29'ê Cotmeha 1995 û 8'ê Adara 1996'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdine 3 jê zarok 7 kesên sivîl û leşkerek hatibûn qetilkirin. Dîsa zarokê 13 salî Davût Altinkaynak û yê 16 salî Nedim Akyon hatibûn qetilkirin. Hestiyên wan hatibûn dîtin û hatibûn tespîtkirin. Hestiyên Altinkaynak û Akyonê piştî hatin tespîtkirin, malbatan duh hestiyên zarokên xwe wergirtin û anin Kerboranê. Malbatan hestiyên Altinkaynak û Akyon piştî 21 salan li navçeya Kerboranê bi merasimekê defin kirin. Malbatê hestiyên zarokên xwe li Goristana Seyd Hasan a Kerboranê bi merasimekê defin kirin. Di merasimê de endam û rêveberên DBP û HDP’ê jî di nav de gelek kes amade bûn. Piştî wecîbeyên olî hestiyên Altinkaynak û Akyon, bi sirûda “Çerxa Şoreşê” hatin definkirin.
Piştî definkirina hestiyan, bavê Davût Altinkaynak Aziz Altinkaynak, diyar kir ku di serdema Fermandarê Jendermeyan Mehmet Tire de zarokên wan ji malê hatine revandin û bi awayekî hov hatine qetilkirin û wiha got: “Davut li nêzî gundê Dilanê kuştin û avêtin bîra 150-200 metreyî. Em kesên ev komkujî pêk anîne nalet dikin. 21 sal in ji bo em hestiyên zarokên xwe bibînin em di nava têkoşînekê de bûn. Kesên ev komkujî pêk anîn ji aliyê desthilatiya AKP'ê ve têne xelatkirin. Davûdê min hêj 13 salî bû. Destê xwe dirêjî namûsa ti kesan nekiribû. Zarokekî 13 salî dikare çi guhenî bike?"
Koma tevlî merasîma cenazeyan bû, li taxa Sarayê beşdarî sersaxiyê jî bûn.