Li Wanê çeteyên Qesrê ciwanek bi derbkirinê binçav kirin
Çeteyên Qesrê di êrîşa li hember Taxa Xaçort a Wanê de ciwanek derb kirin û xistin bin çavan.
Çeteyên Qesrê di êrîşa li hember Taxa Xaçort a Wanê de ciwanek derb kirin û xistin bin çavan.
Çeteyên Qesrê di êrîşa li hember Taxa Xaçort a Wanê de ciwanek derbkirin û xistin bin çavan.
Li Taxa Xaçortê ya navçeya navendî ya Îpekyolûyê ya Wanê, teqînek pêk hatibû, di teqînê de 2 polîs hatibûn kuştin û 2 polîs jî birîndar bibûn. Piştî teqînê tax ji hêla tîmên taybet ve hatin dorpêçkirin û bi bombeyên gazê êrîşên taxê kirin û ciwanê Amadeyî yê bi navê S.M. jî bi çekê hat derbkirin û piştre hat binçavkirin.
ÊRÎŞÎ JINAN KIRIN
Xwişka ciwanê bi navê S.M. Ayşe Mîroglû diyar kir ku dema ew li ber mala xwe sekinîbûn, polîsan bi gotinên wekî "Çi karê we li vir heye" êrîşê birayê wê kirine û bi gotinên wekî "Miriyên me hene" êrîşî jinan kirine û ev tişt got: "Bi pehnan û bi çekê êrîşê birayên min kirin. Dayika pîr a ku mudaxaleyî polîsan kir, gotinên ku nayên ziman ji dayikê re gotin. Me got ew nexweş e jî lê bi gotinên wekî 'Nexweşiya wê, me eleqeder nake' û bi porê wê girtin û avêtin wesayîta zirxî."
Her wiha li cihê ku teqîn pêk hat korteke mezin çêbû.