Li Şirnexê ambûlansan vediguhezînin qadên şer

Li Şirnexê, taxên berxwedanê bi awayekî dijwar tên bombekirin. Her wiha li gelek nuqteyên şerên dijwar diqewimin, gelek ambûlans sewqî qadên şer hatin kirin.

Li Şirnexê, taxên berxwedanê bi awayekî dijwar tên bombekirin. Her wiha li gelek nuqteyên şerên dijwar diqewimin, gelek ambûlans sewqî qadên şer hatin kirin.

Li Şirnexê di 57’emîn roja berxwedana xwerêveberiyê de malên li bajêr yek bi yek bi obusan tên hilweşandin. Çeteyên Qesrê yên li hember berxwedana endamên YPS û YPS-JIN’ê nikarin bikevin taxan, bi tank, top û obusan hilweşandina malan didomînin.

Li Taxên Yenî, Bahçelîevler, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê gelek mal bi obusan hatin hilweşandin, ji gelek nuqteyên bajêr dûman bilind dibin.

Li gel bomberdûmana giran, li gelek nuqteyên bajêr jî şerên dijwar diqewimin. Hate dîtin ku gelek ambûlansên veguhestin qada şer, piştre ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan ve çûn.

Bi ketina tarîtiyê ve dijwarbûna şer hinekî kêm bûye, li hember taxên berxwedanê jî bomberdûman hê girantir bû.